SOHR: Li bermaberî 150 dolarî, Hizbullahê Lubnanê deriyê leşkertiyê vedike

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku Hizbullahê Lubnanê li baregeha xwe ya li avahiya geşepêdana gundewar a li taxa Ferabiş li bajarê Dêrazorê ku bi hêzn Parastina Nîştimanî re parve dike, deriyê tevlêbûna nava refên xwe vekir.Hizbullahê rewşa aborî ya li herêmê bi kar tîne û ciwanan tev li xwe dike

SOHR: Li bermaberî 150 dolarî, Hizbullahê Lubnanê deriyê leşkertiyê vedike
27 ÇILE, 2021   19:32
BEYRÛT

Hizbullah El-Lubnanî da xuyankirin ku ew ê mehane 150 dolarî bidin kesên ku tev li nava refên wê bibin. Ji lew re gelek ciwanan navên xwe tomar kirin.

SOHR`ê di rapora xwe de behsa kiryarên hêzên herêmî yên girêdayî Artêşa Pasdarên Îranê li Meyadînê yên ji derdora 4 mehan ve û bi bîr xist ku hêzên Parastina Nîştimanî yên alîgirên hikumeta Şamê piştî ku desteka madî û leşkerî ji fermandariya Artêşa Pasdarên Îranê girtin, bi zanabûn komên herêmî girêdayî Artêşa Pasdarên Îranê bi navê Lîwa Seyda Zeyneb ava kirin.

Heta vê kêliyê derdora 100 kesî navên xwe tomar kirine û piraniya wan ji şêniyên Meyadîn û gundewarên wê yên rojhilatê Dêrazorê ne. Kom ji her yekî re mehane derdora 100 hezar lîreyên sûrî û paketên xwarinê pêşkêş dike.

(eh)