Şervanê YPG'ê Başûr Soran li ser gora xwe hate bi bîranîn

Şervanê YPG'ê Başûr Soran salvegera şehadeta xwe ya sêyemîn de li ser gora xwe hate bîranîn.

Şervanê YPG'ê Başûr Soran li ser gora xwe hate bi bîranîn
25 ÇILE, 2021   19:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên êvarê de li gundê Samîlawî yê Hewlêrê şervanê YPG'ê Mihemed Hadî (Başûr Soran) di sêyemîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe hate bîranîn.

Di bîranînê de tevî malbata şehîd, Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah û gelek welatî amade bûn.

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah li vir axivî û diyar kir ku şehîd Soran ji bo gel û nîştiman canê xwe feda kir, ji bona wê ew ê her tim şopdarên xebat û têkoşîna  şehîd Soran û hemû şehîdên Kurdistanê bin.

شەهید محەمەد هادی، ناسراو بە باشوور سۆران

Şehîd Mihemed Hadî bi nasnav Başûr Soran di sala 1996’an de li Hewlêrê hatiye dinê. Di sala 2013’an de tevlî nava YPG’ê bû. Di 25’ê Çileya 2018’an de li Efrînê şehîd bû.