Şêniyên gundewarên Eyn Îsayê ji QSD`ê re gotin: Em bi dil û can bi we re ne

Fermandarê MeclIsa Leşkerî ya Reqayê Zinar Hamê, derbarê êrişên li ser navçeya Eyn Îsa bi welatiyên gundê Fatsa, ku dikeve rojhilatê navçeyê û li kêlek rêya M4 civiya. Her wiha welatiyan di civînê de nêrîn, daxwaz û ji ber êrişên dagirkeriyê astengiyên ku jiyan dikin anîn ser ziman.

Şêniyên gundewarên Eyn Îsayê ji QSD`ê re gotin: Em bi dil û can bi we re ne
25 ÇILE, 2021   13:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Di civînê de Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Zinar Hamê diyar kir ku ew bi navê hêza QSD’ê hatin vir, ji bo parastina gel û vê axê.

Zinar Hamê got:"Hun dizanin ku em wekî hêza QSD’ê û Bakur û Rojhilatê Suriyê rastî êrişên çeteyên Erdogan û yên girêdayî wî tên. Ji bo vê me xwest ku em werin bi şêniyên gundê Fatsa û bi welatiyên xwe re bicivin. Her wiha rewşa we bizanibin û nêrîna we di der barê van êrişên ku ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî Erdogan yên bi peran hatinekirîn, bigirin."

Welatiyên gundê Fatsa di civînê de axivîn û dane zanîn ku we bi dil û can bi QSD`ê re ne û wiha domandin:" Em û we yek in û em ê her li kêleka hev bin. Em wekî şêniyên gund tu pirsgirêk li cem me tune ye. Dema êriş çêbibe, em jî jî çeka xwe rakin û berxwe bidin. Çend rojin av qut bûye û stasyona avê li xeta pêş a şer e. Tenê em dixwazin çêbibe û av bigîhêje Eyn Îsa û gundewarên wê."

Herî dawiyê welatiyan ji ber bêdengiya hêzên navnetewî û raya giştî bangawazî kirin û got:" Em bang li Rûsya û hêzên berpirsiyar dikin ku herêman biparêzin. Pêdîviya me yê sereke, ava me ya vexwarinê tune ye û li pêşiya van êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê bisekinin. Hêzên navdewletî wek Rûsya û Amerîka qaşo ji bo êriş û komkujî bi ser gel de pêk neyên, hatin vê herêmê. Lê belê hemû jî li dijî êrişan bûne temaşevan û xwe bêdengkirine. Êdî dest ji vê helwesta xwe berdin. Em hêvî dikin ku ev şer bi silametî bi dawî bibe."

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/T7NSPshGq9A" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>