QSD`ê li gundewarên Dêrazorê û Qamişlo şaneyên DAIŞ`ê girtin

QSD`ê bi du operasyonan endamên şaneyên DAIŞ`ê yên li gundewarên Dêrazorê û Qamişlo  girtin.

QSD`ê li gundewarên Dêrazorê û Qamişlo şaneyên DAIŞ`ê girtin
25 ÇILE, 2021   19:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD`ê têkildarî vê yekê daxuyaniyek da.

 Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên me û hêzên Koalîsyona Navneteweyî li bajarokê Şehîl ê gundewarê Dêrazorê û Til Hemîsê ya gundewarê Qamişlo li dijî şaneyên rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst du operasyonên  cuda pêk anî.

Operasyona yekekmîn di 24`ê Çileyê li bajarokê Şehîl pêk hat. Di encamê de 4 endamên şaneya terorîst hatin girtin û çekên wan desteser kirin.

Operasyona duyemîn di 25`ê Çileya 2021`ê de li bajarokê Til Hemîsê yê gundewarê Qamişlo hate lidar xistin. Di encamê de terorîstekî DAIŞ`ê ku alîkariya malbatan dikir da ku ji kampa Holê birevin girtin û alavên wî yên teknîkî jî desteser kirin."

(eh)

ANHA