Nîda El-Salih: Hind û Seida rêya azadiyê ji jinan re vekir

Nîda El-Salih  diyar kir ku her du şehîd Hind û Seida bi şehadeta xwe nexşeya welat xêz kir û rêya azadiyê û rûmetê li pêşiya hemû jinan vekir.

Nîda El-Salih: Hind û Seida rêya azadiyê ji jinan re vekir
Nîda El-Salih: Hind û Seida rêya azadiyê ji jinan re vekir
Nîda El-Salih: Hind û Seida rêya azadiyê ji jinan re vekir
Nîda El-Salih: Hind û Seida rêya azadiyê ji jinan re vekir
Nîda El-Salih: Hind û Seida rêya azadiyê ji jinan re vekir
25 ÇILE, 2021   15:53
HESEKÊ

Li navçeya Şedadê bi hezaran kes bi meşekê qetilkirina hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir Seida El-Hermas û cîgira wê Hind El-Xidêr şermezar kir.

Meş ji pêşiya avahiya Meclisa Navçeya Şedadê dest pê kir û ber bi kolanên navçeyê ve çûn. Beşdaran sloganên "Bijî berxwedana jinan û şehîd namirin" berz kirin . Meş li qada El-Cibisa veguherî mîtîngê.

Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Bi navê Meclisa Kantona Hesekê, hevseroka meclisê Semer El-Abdullah axivî û got ku şehadeta Hind û Seida ji bo mirovahiyê şermeke û sûcekî ku tevahî pîvanên mafên mirovan û pîvanên olan bin pê dikin.

Bi navê Kongreya Star a Hesekê Nîda El-Salih jî axivî û destnîşan kir ku her du şehîd Hind û Seida û hemû şehîdên azadiyê bi şehadeta xwe nexşeya welat xêz kir û rêya azadiyê nîşanî hemû jinan kir.

Nîda El-Salih gotineke rêber Abdullah Ocalan bi bîr xist û got: "Şoreşa ku jinan di nav xwe de negire ne pêkan e ku bi ser bikeve. Her pêşketineke ku jin tê de nebe, bi ser nakeve."

Mîtîng bi sloganên "Şehîd namirin û bijî berxwedana jinan" bi dawî bû.

(eh)

ANHA