EFA'yê banga rakirina tecrîdê û serbestberdana girtiyên siyasî kir

Îtîfaqa Azad a Ewropayê (EFA bang li hikumeta Tirk kir ku tecrîda li dijî rêber Abdulah Ocalan bi dawî bike û û hemû girtiyên siyasî yên li Tirkiyê serbest berde.

EFA'yê banga rakirina tecrîdê û serbestberdana girtiyên siyasî kir
25 ÇILE, 2021   18:03
NAVENDA

EFA'yê ya ku 47 partiyên xwecihîxwaz û otonomxwaz ên li Yekîtiya Ewropayê (YE) aniye ba hev û weke organîzasyoneke sîwan ya gelên bê dewlet, dewletên nû avabûnî, herêm û neteweyên kêm hejmar ên li Ewropayê temsîl dike ye, derbarê tecrîda li Îmraliyê, berxwedana zindanan û Leyla Guven ya dîl hatî girtin daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku du sal li ser yekemîn daxuyaniya wan a derbarê bi dawîkirina pêkanîna tecrîda li ser rêber Abdulah Ocalan û serbest berdana hemû girtiyên siyasî yên li Tirkiyê re derbas dibe. Her wiha îşaret bi wekîla Kurd Leyla Guven hatiye kirin ku sala 2019 piştî 80 rojan çalakiya greva birsîbûnê ji girtîgehê serbest hatibû berdan, lê di meha Mijdara 2020’an carekî din bi hîcetên têkildarê terorê 22 sal ceza girtîgehê lê hatiye birîn.

Di heman beşa daxuyaniyê de bal hatiye kişandin li ser bê sûcbûyîna Leyla Guven û hatiye gotin: “Girtina Leyla Guven û sizadayîna wê nîşaneyek ya dîroka zexta li ser nufûsa kurdan a li Tirkiyê ye.”

EFA’yê di beşekî din a daxuyaniya xwe de behsa grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî ya ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdulah Ocalan dayîne destpêkirin hatiye kirin ku 60 roj li pey xwe hiştiye. EFA’yê bang li Tirkiyê kir ku dawî li a sizayên girtin û tecrîda girankirî ya ji bo kesên ku li hemberî wî disekîne bîne.

Di dawiya daxuyaniyê de EFA’yê ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdulah Ocalan û serbest berdana girtiyên siyasî yên li Tirkiyê bang kir û got: “Ji bo peydakirina çareseriyeke siyasî ya rê veke ku hemû civak û gel di wateyekî rasteqînî de li Tirkiyeyekî demokratîk bi hev re bijîn, divê hevdîtinên di navbera hikumeta Erdogan û rayedarên Kurd de ji nû ve were destpêkirin.”