Şêniyên Dêrikê peyama xwe dan: Li hemberî dagirkeran em ê li berxwe bidin

Şêniyên herêma Dêrikê tekez kir ku ew ê li hember dewleta Tirk a dagirker li berxwe bidin, hewldanên dagirkirina xaka wan têk bibin û berxwedana QSD`ê silav kirin.

Şêniyên Dêrikê peyama xwe dan: Li hemberî dagirkeran em ê li berxwe bidin
Şêniyên Dêrikê peyama xwe dan: Li hemberî dagirkeran em ê li berxwe bidin
Şêniyên Dêrikê peyama xwe dan: Li hemberî dagirkeran em ê li berxwe bidin
Şêniyên Dêrikê peyama xwe dan: Li hemberî dagirkeran em ê li berxwe bidin
Şêniyên Dêrikê peyama xwe dan: Li hemberî dagirkeran em ê li berxwe bidin
Şêniyên Dêrikê peyama xwe dan: Li hemberî dagirkeran em ê li berxwe bidin
Şêniyên Dêrikê peyama xwe dan: Li hemberî dagirkeran em ê li berxwe bidin
Şêniyên Dêrikê peyama xwe dan: Li hemberî dagirkeran em ê li berxwe bidin
Şêniyên Dêrikê peyama xwe dan: Li hemberî dagirkeran em ê li berxwe bidin
25 ÇILE, 2021   13:45
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide rûbera dagirkiriye berfireh bike, êrişî herêmên din ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê û qezaya Şengalê ya Başûrê Kurdistanê bike. Di vê der barê de îro şêniyên bajarê Dêrikê û herêma Koçerat a Dêrikê daketin qadan.

Di meşê de şêniyan tekez kir ku ew bi xaka xwe ve girêdayî ne û dagirkirina dewleta Tirk ji xaka wan re, red kir.

Li herêma Koçerat bi sedan şênî li pêşiya meclisa bajarokê Xana Serê kom bûn û ber bi deriyê veguhestinê yê bajarok ve çûn. Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD`ê hatin berzkirin.

Di meşê de wêneyên şehîd û zarokê komkujiya Til Rifet hatin hildan.

Meş li deriyê veguhestinê veguherî mitîngê. Di mitîngê de ji rêveberên PYD`ê Feysel Hesen wiha axivî: "Dewleta Tirk a dagirker kêliyekê topbarana li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nesekinandiye. Di salvegera 3`emîn a êrişên li ser Efrînê Şehbayê topbaran kir. Ev yek jî berdewamiya planên wê ye."

Her wiha ji rêveberên Yekitiya Oldarên Muslimanan a kantona Cizîrê Sînan Sîdoş ev tişt got: "Divê em baldar bin. Em baş zanin kî dijmin û kî hevalê me ye bi taybet di dema êrişên dewleta Tirk li ser herêmê de."

Li navenda bajarê Dêrikê jî meş ji Qada Azadî dest pê kir û ber bi Çerxerêya Şehîdan ve çû.

Li Çerxerêya Şehîdan ji rêveberên Kongreya Star a navçeya Dêrikê Wesfa Mûrad axivî û destnîşan kir ku gefên dewleta Tirk ne tiştekî nû ye, dewleta Tirk bi hinceta parastina ewlehiyê zarokan dikuje.

Paşê cîgirê Hevserokatiya Meclisa Dêrikê Mûtî Elî diyar kir ku dewleta Tirk di salvegera damezirandina Rêveberiya Xweser de û salvegera 3`emîn a dagirkirina Efrînê de herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran kir û bi hemû şêwazan dixwaze tecrûbeya Rêveberiya Xweser ku hemû gelên herêmê kir yek, têk bibe.

Di dawiyê de Mûtî Elî wiha axivî: "Zihniyeta DAIŞ`ê û dewleta Tirk wekî hev e. Her du jî kalepîr, zarok û jinan dikujin. Herêmên ku sivîl di wan de dijîn, topbaran dike. Ji ber wê jî berxwedana gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê li hember hemû komplo û planên dagirkirina dewleta Tirk biser bikeve."

(bx)

ANHA