‘Divê ENKS`ê dev ji Itîlafê berde û rêzdarî li hemberî nirxên şoreşê nîşan bide'

Şêniyên Til Temirê xwestin ku ENKS`ê dûrî Itîlafa Sûriyê û dewleta Tirk bikeve û bang li ENKS`ê kirin ku rêzê ji rêgez û destkeftiyên şoreşê re bigire.

‘Divê ENKS`ê dev ji Itîlafê berde û rêzdarî li hemberî nirxên şoreşê nîşan bide'
25 ÇILE, 2021   07:14
HESEKÊ- DIYAR EHMED

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nexasim Kurd bi giştî bang li Encumena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kirin ku dûrî Itîlafa Sûriyê û dewleta Tirk bikevin û di pêkanîna yekitiya nîştimanî de cidî bin.

Hejmareke kesayetên Kurd ên navçeya Til Temir a kantona Hesekê ji ajansa me re daxwazên xwe ji bo pêkanîna yekitiya nîştimanî, anîn ziman.

Mihemed Baqî Kotî got ku divê ENKS`ê li hemberî destkeftiyên bi saya fedekariyên şehîdan hatine bidestxistin, rêzê bigire û dûrî Itîlafa Sûriyê û dewleta Tirk bikeve û bi wan re li ser yek maseyê rûnene û wiha domand: “Divê vegere li kêleka şêniyên herêmê bisekine û piştgiriya wan bike. Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê sûcan li dijî gelên herêmê bi giştî û gelê Kurd bi taybetî, pêk tînin.”

Baqî Kotî destnîşan kir ku pêkanîna yekitiya kurdî ji bo parastina destkeftiyên şoreşê, pir girîng e û wiha lê zêde kir: “Wekî gelê Kurd li herêmê, daxwaza me yekitiya di navbera hemû partiyên kurdî de ye. Divê lêvegereke wan a hevbeş hebe, ku di saya wê de daxwazên gel bên pêkanîn û destkeftiyên şoreşê bên parastin.”

Ridwan Xelef ê ji şêniyên navçeya Til Temirê jî wiha got: “Wekî gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û navçeya Til Temirê bi taybet, em bang li ENKS`ê dikin ku dûrî dewleta Tirk û Itîlafa Sûriyê bikeve û ji bo pêkanîna yekitiya kurdî beşdarî maseya diyalogê bibe.”

Xelef diyar kir ku ew piştgiriyê didin civînên derbarê yekitiya kurdî de, ji ber ku rêbaza tekane ya parastina hebûna wan e.

Xelef wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Di demên dawîn de, me dît ku ENKS`ê bi rêya hin daxwazên xwe, hewl dide dûrî diyaloga kurdî bikeve. Mînaka herî ber bi çav ew e ku di salvegera 3`yemîn a dagirkirina bajarê Efrînê de me nedît ku ENKS`ê ev yek şermezar kir an jî li hemberî wê helwest nîşan da.”

(cx)

ANHA