'Armanc ji komkujiyan şikandina vîna gelan e'

Şêniyên bajarê Hesekê destnîşan kirin ku armanc ji sûcên dewleta Tirk û komkujiyên şaneyên DAIŞ'ê ew e ku vîna gelên herêmê bişkînin û aramî û ewlehiya herêmê têk bibin.

'Armanc ji komkujiyan şikandina vîna gelan e'
25 ÇILE, 2021   08:54
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Planên dagirkeriya Tirk ên ku armanc dikin vîna gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişkîne, berdewam in. Di salvegera 3'yemîn a dagirkirina Efrînê de, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê navçeya Til Rifat kir hedef û komkujiyek nû pêk anî. Di encamê de 4 sivîl şehîd bûn û gelek kesên din ji koçberên Efrînê birîndar bûn.

Zebîde Bîco ji şêniyên taxê Salihiyê yê li Hesekê ragihand ku komkujiyên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li navçeya Til Rifat armanc dikin ku nasnameya gelê Kurd tune bike.

Zebîde Bîco destnîşan kir ku bila Erdogan zanibe ger çi qas êrişan û komkujiyan li dijî wan zêde bike ew ê dawî nabin û bê helwest namînin.

Çeteyên DAIŞ`ê  roja înê, Hevseroka Meclisa bajarokê Til El-Şayir a Sede Fêsil El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr revandin û piştre ew qetil kirin.

Zebîde Bîco kuştina herdu jinan şermezar kir û got:" Armanca vê kuştinê ew e ku vîna jinên azad bişkînin, lê belê nikarin vîna me bi pêkanîna van sûcan bişkînin. Ji ber em ê li hemû qad û meydanên azadiyê li ber xwe bidin û jin dê rêbera şoreşê me be".

Celîle Mela Elî bilêv kir ku qetilkirin bi destê şaneyên çeteyên DAIŞ'ê pêk hatin û diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê amûrên di destê dagirkeriya Tirk de ne û hewl didin ku vîna jinên azad di şoreşa Rojava de bişkînin.

Celîle Mela Elî ji garantorê Rûsya û Amerîkayê xwest ku rê li sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bigirin. Celîle Mela Elî wiha domand: "Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê armanc dikin ku bi pêkanîna êrişan dijî herêmê ku vîna gelê berxwedêr bişkîne û aramî û istiqrara herêmê têk bibe."

Mihemed Emîn Qasim pirsî û got:" kanî Meclisa Ewlehiyê, mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî ji sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê ?."

Qasim bang li tevahî rêxistinên mirovahî kir ku erka xwe bi cih bînin û rê li sûcên domdar ên dijî gelên herêmê bigirin.

(dm)

ANHA