Piştî 6 salan, cara yekemîn e li Hecînê ezmûn pêk tên

Meclisa Gel a Hecînê ya rojhilatê Dêrazorê tevî şandeyeke Desteya Perwerde û Fêrkirinê ji bo şopandina ezmûnan ku piştî 6 salan ev cara yekê li bajarok pêk tên, li ser dibistanên Hecînê geriya.

Piştî 6 salan, cara yekemîn e li Hecînê ezmûn pêk tên
Piştî 6 salan, cara yekemîn e li Hecînê ezmûn pêk tên
Piştî 6 salan, cara yekemîn e li Hecînê ezmûn pêk tên
Piştî 6 salan, cara yekemîn e li Hecînê ezmûn pêk tên
25 ÇILE, 2021   11:04
 DÊRAZOR

Ezmûnên werza yekemîn a sala xwendinê  ya 2020-2021’an ên qonaxên seretayî, navîn û amadehî li Dêrazorê, di 20`ê Çileyê de dest pê kiribû û dê heta 28`ê Çileyê dewam bikin.

Piştî 6 salan ku bajarok berê di bin serweriya çeteyên DAIŞ`ê de bû, ev cara yekemîn e ku dibistanên Hecînê tên vekirin û ezmûn lê pêk tên.

Hevserokatiya Meclisa Gel a Hecînê tevî şandeyeke Desteya Perwerde û Fêrkirinê û hin rêveberên xeta rojhilat a gundewarên Dêrazorê, li ser dibistanên ku ezmûn lê pêk tên, geriyan. Şandeyê di gera xwe de rêveçûna ezmûnan li dibistanên seretayî, navîn û amadehî şopand.

Xwendekara bi navê Kerîma El-Sayir got: “Ezmûn heta niha baş derbas dibin. Em hêvî dikin ku em ji perwerdeya xwe qut nebin û em xeyalên xwe pêk bînin da ku em bibin bijîşk û endezyar. Bûyerên li herêmê bandoreke mezin li me kir û hişt ku em ji xwendinê dereng bimînin. Piştî ku me careke din perwerdeya xwe dest pê kir, me gelek zehmetî dîtin, lê niha em derbas dikin.”

(cx)

ANHA