Şêniyên Efrînê: Her çend dagirker sûcên xwe bidomînin jî em radest nabin

Koçberên Efrînê komkujiya ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî şêniyên navçeya Til Rifet pêk hat, şermezar kir û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku erka xwe ya mirovî pêk bînin û sûcên dewleta Tirk bisekinînin.

Şêniyên Efrînê: Her çend dagirker sûcên xwe bidomînin jî em radest nabin
25 ÇILE, 2021   10:42
ŞEHBA – LÎNDA ŞÊX

Dewleta Tirk a dagirker komkujiyek li navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê pêk anî, di encama wê de 4 sivîl şehîd bûn û 9 kes birîndar bûn. Şêniyên Efrînê yên neçarî koçberiyê bûne ew komkujî û komkujiya ku 2`yê Çileyê 2020`an ku di encama wê de 10 kes, jê 8 zarok, şehîd bûbûn, şermezar kirin.

Welatiya bi navê Zelûx Reşîd got: "Em siyaseta qirêjî ya dewleta Tirk a li dijî şêniyên ku xwe li kantona Şehbayê bi cih kiriye, piştî ku Efrîn hate dagirkirin û neçarî koçberiyê bûn, şermezar dikin."

Zelûx wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em wek jinên Efrînê tu carî ji siyaseta dewleta Tirk re teslîm nabin. Her çi qas dagirker sûcan bikin û berxwedana me bibe 100 sal jî, em dev ji xaka xwe bernadin. Em ê li hêviya vegera li Efrînê bin."

Welatiyê bi navê Mihemed El-Yûsif jî komkujiya Til Rifetê şermezar kir û tekez kir ku ew komkujî diyar dike ku dewleta Tirk tenê naxwaze parçeyekî dagir bike, lê belê armanca wê ew e ku pêkhateyên li herêmê, bi taybet gelê Kurd, qir bike.

Rosin Şêxo jî wiha axivî: "Dewleta Tirk ji Kurdan re ne dijminekî nû ye. Hemû pêkhateyên li kantona Şehbayê dike hedef. Komkujiyan li dijî wan pêk tîne, bi taybet li dijî jin û zarokan. Gelo saziyên mafên mirovan li ku derê ne, dewleta Tirk çi dixwaze, ma ne bes e ku xaka me dagir kiriye û em neçarî koçberiyê kirine?”

(bx)

ANHA