UNICEF: Zêdetirî nîvî zarokên Sûriyê ji perwerdeyê bêpar mane

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Zarokan (UNICEF) eşkere kir ku zêdetirî 2.4 milyon zarokên Sûriyê dervayî dibistanan in.

UNICEF: Zêdetirî nîvî zarokên Sûriyê ji perwerdeyê bêpar mane
25 ÇILE, 2021   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînetorê Herêmî Ya Karûbarên Mirovahî ya aloziya Sûriyê Mûhened Hedî û Rêveberê Herêmî ya UNICEF a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê Ted Chaiban daxuyaniyek hevpar da û gotin:" Zarokên Sûriyê hê jî di bin bandora aloziya Sûriyê de ne. Perwerdeya li Sûriyê û ji ber ku pergala xwendinê li Sûriyê alozî û kêmsiyên darayî dibîne nikare xizmetên ewle, adil û domdar ji zarokan re peyda bike."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di hundir Sûriyê de zêdetirî 2.4 milyon zarok;ji wan 40% keç in dervayî dibistanan in û ji ber vîrusa koronayê (Covid_19) dibe ku di sala bê de hejmara wan zêdetir bibe .

Neteweyên Yekbûyî piştrast kir ku nêzî 700 êriş  li dijî avahiyên fêrbûn û karmendên li Sûriyê pêk hatine.

Rêxistinê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû aliyên nakokiyê kir ku êrişî avahiyên fêrbûn û karmendan li tevahiya Sûriyê nekin.

(dm)