TJK-E: Komkujiya li Til El-Şayir êrişa li dijî Şoreşa Rojava ye

TJK-E'yê bi daxuyaniyekê qetilkirina Seide Feysal El-Hermas û cîgira wê Hinid Letîf El-Xidêr şermezar kir û got: “Ev komkujî êrişa li dijî Şoreşa Rojava ye. Bi rêya vê komkujiyê êriş li dijî vîna jina azad hate kirin, tê xwestin ku jin bên bêdengkirin.”

TJK-E: Komkujiya li Til El-Şayir êrişa li dijî Şoreşa Rojava ye
25 ÇILE, 2021   08:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bi daxuyaniyekê bi bîr xist ku Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinê pêk hat, lewma weke Şoreşa Jinê tê pênasekirin û destnîşan kir ku bi tevlîbûna rêxistinbûyî ya jinan, li cîhanê dîrokeke nû hate destpêkirin, civak ji nû ve li ser koka xwe rabû ser piyan.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji destpêka şoreşê ve çeteyên xwe dispêrin dewleta Tirk a faşîst êrişî Şoreşa Rojava dike û hate gotin, "Rejima faşîst a AKP-MHP'ê ku nekarî vê pêvajoya şoreşê ya bi pêşengiya jinan qebûl bike û li dijî hebûna xwe weke gefekê dît, bi êrişên dagirkeriyê re bi hezaran mirov qetil kir, dest avêt jinan û komkujî kir. Li Efrînê, li Serêkaniyê bi sedan jin hatin qetilkirin, bi sedan hatin revandin, destdirêjî û destavêtin li wan kirin.

Herî dawî li nehiya Til El-Şayir a Rojava Hevseroka Meclisê Seide Feysal El-Hermas û cîgira wê Hinid Letîf El-Xidêr hatin qetilkirin. Ev komkujî êrişa li dijî Şoreşa Rojava ye, hewldana ji bo têkbirina aramî û ewlehiya li Rojava ye. Bi rêya vê komkujiyê êriş li dijî vîna jin a azad hate kirin, tê xwestin ku jin bên bêdengkirin. Em van êrişên li dijî jiyana wekhev û azad qebûl nakin, şermezar dikin. Ev komkujî nîşan didin ku çiqasî ji jin a azad ditirsin. Dîktator Erdogan bi vê komkujiyê re lîsteya xwe ya sûcan zêde kiriye."

Di daxuyaniyê de bêdengiya raya giştî ya navneteweyî, rêxistinên jinan ên navneteweyî û rêxistinên hiqûqê hate şermezarkirin û bang li van saziyan hate kirin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

TJK-E'yê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest ku soz da ku wê li dijî êrişên faşîst û qirker ên li hemberî îrade û azadiya jinê tên kirin, têkoşîna xwe mezin bikin, sîstema faşîst ji binî ve rakin û biavêjin.

Di dawiya daxuyaniyê de biryardariya têkoşînê hate nîşandan û hate gotin, "Faşîzm û dîktatorî wê têk biçin. Têkoşîna azadiyê ya jinan wê bi ser bikeve."