'Divê eniyeke jinan ji bo parastina berjewendiyên wê di warê siyasî de were avakirin'

Beşdarên ku tev li panelên onlinê bûne ku Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê organîze kiribû, diyar kir ku ew wekî jinên li Rojhilata Navîn pêwîstiya wan bi eniyeke jinan heye ku parastina mafên wan bike.

'Divê eniyeke jinan ji bo parastina berjewendiyên wê di warê siyasî de were avakirin'
25 ÇILE, 2021   08:03
QAMIŞLO-SILAVA EBDULREHAN

Roja Şemiya derbasbûyî Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya bernameya ZOOM`ê û bi slogana"Jin û xebata siyasî" panelek li ser asta Rojhilata Navîn li dar xist û mijara xebat û çalakiya jinan a di qada siyasî de nîqaş kir.

BEŞDARIA JINÊN JI KURDISTANÊ Û DEWLETÊN EREBAN

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehemed, ji Lubnanê Endama Meclisa Şêwirmendiya Tevgera Emel Meryem El-Şamî, ji Lîbyayê Gerînendeya Nivîsgeha Jinan a Komîteya Neteweyî ya Mafên Mirovan Zahiyê Elî, ji Başûrê Kurdistanê Nivîskar, Parêzer û Çalakgerên siyasî Sirûc Helebceyî, ji Tunisê Mamosteya Lêkolînên Civakî ya li zanîngeha Tunisî, çalakgera mafnas Emal Qeramî û rêvebira panlên diyalogan Endama Rêveberiya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Hesaf tev li panelê bûn.

Têkildarî birêvebirina panelan Endama Rêveberiya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û birêvebera panelan Ebîr Hesaf axivî û got ku bi sponseriya Meclisa Jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyalogek li dar ket û nîqaşa xebat û çalakiya jinan a di qada siyasî de hate kirin û wiha domand: "Ev panel ne wekî yên din bi rê ve çû, ji ber ku hejmareke jinên li ser asta Rojhilata Navîn ên ji Lîbyayê, Lubnan, Iraq û Tunisê tev li panelê bûn."

Ebîr diyar kir ku di vê panelê de rewşa jinan û astengên ku derdikevin pêşberî xebata wan a siyasî, destkeftî û gavên ku jinan di vê qadê de avêtine hatin nîşandan.

Ebîr Hesaf destnîşan kir ku bi rêya vê panelê hate diyarkirin ku ji aliyê rewşa siyasî ya li hin welatan hevrûkirineke cidî û heta astekê wekî hev in, lê hin rewşên awarte hene û wiha domand: " Li Tunisê rewşa siyasî ji bo jinan ji welatên din baştire, nexasim ku karî bandorê li nivîsandina destûrê bike û heta astekê jî nûnertiya jinan kir."

ꞌLI HIN WELATAN HÎN JÎ REWŞA JINAN XERAB Eꞌ

Ebîr Hesaf piştrast kir ku li welatên din hîn jî rewş hinekî xerabtir e, mînaka wê jî rewşa li Lîbyayê ye ku birêz Zahiyê Elî di panelê de îşaret bi rewşa jinên li Lîbyayê kir nexasim di qada siyasî de û çawa ku jin dûrî biryarên siyasî ne kir. Di heman demê divê were bibîrxistin ku Lîbyayê têkildarî parastina jinan li ser biryar û peymanên navneteweyî mohr kiribû nexasim peymana (CEDAW), lê ji dewletên ku heta di nava salên şoreşê de jî nûnertiya wê ne zêdetirî ji sedî 10 heta 16`an bû.

Her wiha îşaret bi tecrûbeya Lubnanê hate kirin ku endamtiya wê di parlamanto de heye, rewşa wê ya siyasî ya di pêvajoya salên derbasbûyî de li hemberî dewletên Rojhilata Navîn wekî dewleteke pêşketî tê dîtin.

LI HERÊMA KURDISTANÊ REWŞA JINAN XERAB E

Nivîskar, Parêzer û Çalakgerên siyasî Sirûc Helebceyî ya ji Başûrê Kurdistanê tev li panelê bû û behsa rewşa jinên li Iraqê û Başûrê Kurdistanê kir, her wiha behsa ku çawa jin di qada rageşiya mezhebî û olî de xeleke herî lawaz e û çawa ku hin caran jinên çalakger ên siyasî li kolanan têne qetilkirin, kir.

ꞌTECRÛBEYA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ, TECRÛBEYEKE NIMÛNEYÎ YEꞌ

Ebîr Hesaf da zanîn ku di nava nîqaşên beşdaran de hate diyarkirin ku tecrûbeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tecrûbeyeke nimûneyî ye, jin tev li qada siyasî bûne, heta ne tenê di qada siyasî de, lê belê mijara kota derbas kir û nûnertiya ji sedî 30 şikand ku di peymanên navneteweyî de îşaret bi garantiya beşdariya jinan kirine.

Ebîr Hesaf bi lêv kir ku di halê hazir de jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêwîstiya wan bi avakirina eniyeke jinan heye da ku berjewendiyên jinan biparêzin, destekê bidin û di qada siyasî de jî piştgiriya beşdariya jinan  bikin.

Ebîr destnîşan kir ku pirsgirêkên hemû welatan heman pirsgirêk in, astengiyên hemû welatan hema wekî hev bûn anku doza jinan li hemû welatan dozeke, ji lew ra pêwîstî bi avakirina eniyeke jinan heye.

Di dawiyê de Rêvebira Panelan a Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Hesaf anî ziman ku ev panel tenê carekê hate lidarxistin, lê beşdaran pêşniyarên xwe kirin ku çalakiyên wiha berdewam bikin, her wiha pêşniyara ku komxebateke li ser asta Rojhilata Navîn were kirin da ku jin tev li qada siyasî bibe.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yUle9Fx9ux4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>