Meclisa Hesekê kuştina hevseroka meclisa Til El-Şayir û cîgira wê şermezar kir

Kesên nenas hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir û cîgira wê piştî ku revandibûn, kuştin. Meclisa kantona Hesekê destnîşan kir ku sûcê hatiye kirin di destpêkê de li dijî jinan e û ji bo têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.

Meclisa Hesekê kuştina hevseroka meclisa Til El-Şayir û cîgira wê şermezar kir
23 ÇILE, 2021   12:39
HESEKÊ

Kesên nenas hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir ê navçeya Deşîşa ya başûrê kantona Hesekê Seda Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr duh bi şev (înê) revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin. Her du jin ji aliyê kesên nenas ve bi guleyan hatin kuştin.

Girêdayî mijarê Meclisa Kantona Hesekê îro bi daxuyaniyekê sûcê hatiye kirin, şermezar kir. Meclisê got ew sûc jî li “dîroka terorîstan a reş” hate zêdekirin û armanca wê jî têkbirina ewlehiya herêmê û belavkirina tirsê di nava şêniyan de ye.

Meclisê di daxuyaniyê de got: "Komên terorîst şevê din her du hevalên Seda Feysel El-Hermas û Hind Letîf El-Xidêr ku hevseroka Meclisa Til El-Şayir û cîgira wê bûn, revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin. Piştre bi guleyan kuştin.”

Meclisê wiha domand: "Ev sûc di asta yekemîn de jinên di civaka herêmê de dikin hedef. Jinên ku xwe ji DAIŞ`ê rizgar kirin û tev li xebatan bûn, roleke aktîf di civakê de dilîzin, çekan radikin û bi mêran re parastina xak û gelê xwe dikin."

Her wiha meclisê di berdewama daxuyaniya xwe de da xuyakirin ku ev sûc projeya Rêveberiya Xweser a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef û wiha lê zêde kir: “Ev sûc diyar dike ku hêzên terorîst di pêkanîna armancên xwe li herêmên me de bi bin ketine. Ji ber wê jî berê xwe didin sûcên bi vî awayî da ku careke din hebûna xwe vejînin.

Em bi navê meclisa kantona Hesekê vî sûcî şermezar dikin. Em sersaxiyê ji xwe û ji malbata her du şehîdan re dixwazin. Em bang li hemû jinên xebatkar dikin ku ji planên bi vî awayî ku dixwazin îradeya jinan bişikînin û dengê wê qut bikin, baldar bin.

Em banga xwedîderketina li QSD’Ê û sekna li hemberî xirakirina aramiya li herêmê dikin. Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî hemû kesên ku gefan li aramî û aştiya li herêmê dixwin, bisekinin û li dora hêzên xwe kom bibin.”

(bx)

ANHA