Dema derketina çeteyan ji Lîbyayê bi dawî bû, lê hîna çete li wir in

Dema ku lihevkirina Cinêvê ku di navbera her du aliyên Lîbyayê de ji bo derxistina çeteyan ji Lîbyayê hatiye îmzekirin, îro bi dawî bû lê hîna mudaxeleya dewleta Tirk di welêt de berdewam e.

Dema derketina çeteyan ji Lîbyayê bi dawî bû, lê hîna çete li wir in
23 ÇILE, 2021   12:18
 NAVENDA NÛÇEYAN

Dema ku li gorî lihevkirina Cinêvê ji bo agirbestê û derxistina çeteyan û hêzên biyanî ji Lîbyayê di 90 rojan de hatibû diyarkirin, bi dawî bû.

Li gorî lihevkirina ku di 23`yê Cotmehê de hatiye îmzekirin, divê eniyên di navbera yekîneyên leşkerî û komên çekdar de werin valakirin û vegerin baregehên xwe. Divê tevahiya çete herî zêde di 3 mehan de ji Lîbyayê derkevin. Lihevkirinên leşkerî yên têkildarî perwerdeya li Lîbyayê werin taloqkirin û tevahiya tîmên perwerdeyê derkevin heta ku lihevkirinek çêbe.

Gerînendeyê Rêveberiya Şêwira Manewî ya Fermandariya Giştî ya Artêşa Lîbyayê Xalid El-Mehcub ji tora El-Erebiye re axivî û got Enqere hîna mudaxeleyî Lîbyayê dike, çete û çekan dişîne û lihevkirinên perwerdeyê îmze dike û parlamentoyê dirêjkirina hebûna hêzên wê li Lîbyayê erê kir. Mehcub piştrast kir ku ji ber van sedeman bendên lihevkirina Cinêvê pêk nehatin.

Nûnera navneteweyî ya ji bo Lîbyayê Stephanie Williams destnîşan kir ku derdora 20 hezar çete û 10 baregehên biyanî li Lîbyayê hene û derketina wan ji welêt gelekî girîng e.

(şx)