MXDŞ'ê bi daxuyaniyekê êrişa DAÎŞ`ê ya li Bexdayê şermezar kir

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi daxuyaniyekê êrîşa xwekujê DAIŞ`î yê ku di 21’ê Çile de li Bexdayê pêk aniye şermezar kir.

MXDŞ'ê bi daxuyaniyekê êrişa DAÎŞ`ê ya li Bexdayê şermezar kir
23 ÇILE, 2021   09:06
NAVENDA NÛÇEYAN 

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ), êrîşa xwekujî ya çeteyên DAÎŞ’ê li Bexda pêk anîye şermezar kir û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re û şîfaya xêrê ji birîndaran re xwest.

Daxuyaniya MXŞD’ê wiha ye: “Em êrîşa hovane ya 21’ê Çileyê li paytexta Iraqê Bexdayê pêk hatî şermezar dikin. Ji kesên jiyana xwe ji dest dane sersaxî û ji birîndaran re şifayê dixwazin."

DAÎŞ û hevkarên wê bi vê êrişê dixwazin bibêjin ku `her dema ku em bixwazin em ê rewşa Îraqê têk bibin.’ Ev jî lawaziya hikûmetê dide diyarkirin.

Di demeke ku Îraqê û tevahiya partiyên siyasî bi pêşwazîkirina hilbijartinan ve mijûl in de, li paytexta Iraqê Bexdayê êrişeke xwekujî ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve pêk hat. Pêwîste Iraq wisa nêz nebe ku DAÎŞ tune bûye, hîn jî Iraq di nava rewşeke şer de ye. Di destpêka sala nû de buyereke bi vî rengî peyama xwe heye.

Di nava vê êrîşê de herî zêde kesên feqîr ku ji bo debara jiyana xwe di nava kar de bûn hatin armancgirtin.

Ev jî careke din hovîtiya DAÎŞ û hevkarên wê her wiha sûcên wê yên di derheqê mirovahiyê de derdixe holê."