Rojnameyên erebî: Îsraîl rêveberiya nû ya Amerîkayê li Sûriyê diceribîne

Rojnameyên erebî vê sibê behsa gelek mijaran kirin, jê yên herî girîng êrişên Îsraîlê li dijî Sûriyê, aloziya siyasî ya li Iraqê û hilbijartinên ku tê payîn li Lîbyayê li dar bikevin.

Rojnameyên erebî: Îsraîl rêveberiya nû ya Amerîkayê li Sûriyê diceribîne
23 ÇILE, 2021   08:43
NAVENDA NÛÇEYAN

ÎSRAÎL RÊVEBERIYA BIDEN LI SÛRIYÊ DICERIBÎNE

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat behsa hedefgirtina Îsraîlê ji nuqteyên alîgirên Îranê li Sûriyê kir û wiha nivisî: “Dezgehên çapemeniyên yên fermî yên Sûriyê bi bîr xistin ku pergala hawayî ya Sûriyê duh bi şev (înê) êrişeke Îsraîlê li derdora parêzgeha Hemayê têk bir ku di encamê de 4 kes ji heman malbatê hatin kuştin.

Piştî ku serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir, ev êrişa Îsraîlê ya yekemîn e. 

Îsraîlê di çend salên dawîn de bi sedan êrişên hawayî li dijî nuqteyên ku bi gumane yên Îranê ne yan jî yên Hizbullahê Lubnanê ne pêk anîn. Li gorî Reutresê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwecihî, Îsraîlê di çend hefteyên dawîn de ên serokatiya Donald Trump de, asta êrişên xwe zêde kirin.

Dezgehên çapemeniyên yên fermî yên Sûriyê ku agahiyên xwe dispêrin çavkaniyekî leşkerî got: “Derdora saet 4:00`an vê sibehê, artêşa Îsraîlê bi moşekan ji bajarê Terablusê ya Lubnanê êrişî hinek baregehên li derdora parêzgeha Hemayê kir. Lê pergala me ya hawayî piraniya moşekên dijber têk birin.” Lê çavkanî nuqteyên hedefgirtî, çi ne eşkere nekirin.

Di daxuyaniyên berê de Îsraîlê diyar kiribû ku êrişên wê yên li dijî Sûriyê ji bo parastina eniya bakur ji Îranê gelek girîng in. Amos Yadlin serokê berê yê istixbarata leşkerî ya Îsraîlê yê ku niha mudirê Paymengeha Lêkolînên Ewlehiya Neteweyî ya Zanîngeha Til Avivê got: “Îsraîl hemleyek li dijî nuqteyên Îranê li Sûriyê pêk tîne. Ev derbe yan jî hedefgirtin, bi hatina Biden re ranawestin. Ez bawer nakim ku gumanên Amerîkayê girêdayî vê mijarê bidomin.”

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di encama êrişên Îsraîlê li dijî nuqteyên leşkerî li Sûriyê de herî kêm 5 nuqteyên girêdayî artêşa Sûriyê li derdora bajarê Hemayê hatin ruxandin. Li wan nuqteyan şervanên îranî û endamên Hizbullahê Lubnanê hene.

Çavkaniyekî leşkerî yê sûrî jî got di encama wan êrişan de jî malbatek ku ji dê, bav û du zarokan pêk tê hatin kuştin, 4 sivîlên din jî birîndar bûn û 3 malên welatiyan li aliyê rojavayê bajarê Hemayê wêran bûn. Lê SOHR`ê nûçeyek din girêdayî kuştina sivîlan weşand. Mudirê SOHR`ê Ramî Ebdulrehman ji ajanseke fransî re got: “Pergalên parastinê yên Sûriyê gelek moşekên Îsraîlê bê bandor kirin. Bermahiyên moşekeke pergala parastinê ya hawayî li malekê li taxeke li dora bajêr ket ji ber wê sivîl hatin kuştin.”

Dezgehên Îsraîlê yên têkildarî şopandina ewlehiyê gotin ku armancên li Hemayê hatin hedefgirtin, xuyaye ku kargeha hilberandina moşekan e. Di encama êrişên Îsraîlê de yên di 13`ê Çileyê de li dijî depoyên çekan û nuqteyên leşkerî yên li rojhilatê Sûriyê herî kêm 57 kes ji hêzên rejîmê û hêzên alîgirên Îranê hatin kuştin.

Kêm caran Îsraîl pêkanîna êrişan li dijî Sûriyê piştrast dike. Lê artêşa Îsraîlê di rapora xwe ya salane de ku beriya çend hefteyan dabû, bi bîr xist ku di 2020`an de derdora 50 baregeh li Sûriyê bombebaran kiriye, lê agahiyên dîtir nedan.

KAZIMÎ LI SER DU ENIYAN ŞER DIKE:ÎRAN Û DAIŞ

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya El-Ereb nivîsî:"Li pêşberî Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî du astengî di aliyê ewlehiyê de hene, da ku hikumeta xwe rewşê kontrol bike, a yekê astengiya Îranê û komên girêdayî wê li Iraqê û ya duyemîn jî DAIŞ ku ji mijûlbûna hikumetê bi komên girêdayî Îranê sûd wergirt û careke din derket.

Piştî civîna civîna xwe bi Meclisa Ewlehiyê ya Niştimanî bidawî bû, Kazimî ragihand ku bersivdayîna li ser rijandina xwîna gelê Iraqê wê dijwar be.

LÎBYA…DI DESTPÊKA SIBATÊ DE HILBIJARTINÊN DESTHILDARIYA NÛ

Rojnameya El-Beyan di weşana xwe ya îro de, bal kişad ser hilbijartinên Lîbyayê ku tê payîn di Sibatê de werin lidarxistin û got: "Şandeya Neteweyên Yekbûyî a piştgiriya Lîbyayê, deriyê vekirina ji bo namzeta desthildariya rêveberê a nû ragihand. Şandeyê anî ziman ku deriyê vekirinê wê heta roja pênşemê vekirî be. Şandeya NY`yê destnîşan kir ku endamên danûstandinê wê li ser namzetên rêveberiya hikumeta nû ji 1 heta 5 Sibatê wê li Cinêvê, dengê xwe bidinê.

(şx)