Aloziya benzînê berdewam e û rêzên erebeyan her ku diçin dirêj dibin

Li piraniya herêmên Sûriyê, li gel ku hikumeta Şamê ferzkirina qanûna Qeyser dike hincet, aloziya benzînê heye ku nirxê wê her ku diçe bihatir dibe. Kolana sûrî jî dibêje ku êdî rewşa aborî nayê tehemulkirin.

Aloziya benzînê berdewam e û rêzên erebeyan her ku diçin dirêj dibin
Aloziya benzînê berdewam e û rêzên erebeyan her ku diçin dirêj dibin
Aloziya benzînê berdewam e û rêzên erebeyan her ku diçin dirêj dibin
22 ÇILE, 2021   03:34
HELEB

Li bajarên Sûriyê di sêrî de bajarê Helebê, aloziya tunebûna benzînê her ku diçe kûrtir dibe. Bi taybet piştî ku hikumeta Şamê parên parêzgehan ên benzîn û mazotê kêm kirin.

Ruxmî sozên hikumeta Şamê ku “Hindek maye” alozî çareser bibe, lê alozî çareser nabû û her ku diçe dijwartir dibe. Encamên wê bi awayekî neyênî bandor li kolana sûrî yê westiyayî kir. Herî zêde warê veguhestinê, nemaze jî yê hundirîn.

`PIRSGIRÊKA VEGUHESTINA HUNDIRÎN`

Pirsgirêkên  ku kêmbûna benzînê çêkirine, pir in, jê jî rêza erebeyan li pêş benzînxaneyan, ku wê jî rêyên şaxî û sereke girtine.

Di encama bilindbûna bihayê benzînê li sûka reş, kirêyên erebeyên (taksî) veguhastinê jî bilind bûn. Bi wê re jî piranî şêniyan berê xwe da erebeyên veguhastinê yên giştî.

Mînak, heke tu bixwazî ji taxa Eşrefiye bi taksî biçî Zanîngeha Helebê ku bi 3 km ji taxê dûr e, divê tu 725 lîreyên Sûriyê bidî, lê ji ber vê aloziyê ajokar derdora 3 hezar lîreyên Sûriyê dixwazin. Yanî hezar lîre li hemberî her kîlometrekê dibin.

Basên veguhestina hundirîn bi taybet xeta Daîrî Şemalî rojane derdora 7 kîmetreyan qut dike û destheqê wê tenê 100 lîreyên Sûriyê ye. Anku bi 3 caran ji lêçûna taksiyê kêmtir e, ji ber wê şênî herî zêde wê bi kar tînin.

Lê ev yek bi xwe re pirsgirêkeke din derxist holê ku gelek kêmasî di vî warî de hene. Ji ber ku heke tu bixwazî bi rêya vê xetê ku ji Şîar dest pê dike û li Fakulteya Mîmarî bi dawî dibe, divê tu zêdetirî nîv saetekê li rawestegehê bimînî. Ev jî heke cih tê de hebe ku tu lê siwar bibî.

`EV NE SÛCÊ ME YE`

Li sûkê lîtreya benzînê ya cureya Oktan 90 bi rêya kertên ku hikumeta Şamê çêkirin,  bi 450 lîreyên Sûriyê li stasyonan e, ew ji piştî bendemayîna 3-4 rojan e.

Li gorî şîreta Apê Ebû Ebdo ajokarê taksiyê, heke mirov nexwaze serê xwe biêşîne bila benzînê ji sûka reş bikire.

Li sûka reş lîtreya benzînê bi 7 an jî 8 qatan ji nirxa rastîn zêdetir e. Her firoşkarek bi kêfa xwe difroşe. Li cem hinekan bi 2 hezar û 600 lîre ye û li cem hinên din jî bi 3 hezar lîre ye.

Ruxmî ku qanûnek bi hejmar 42 heye ku serokkomarê Sûriyê Beşar Esed sala 2008`an derxistiye ku li gorî wê her kesê qaçaqciya sotemenî bike yan jî zêdetirî sînorên ku hatine diyarkirin li sotemenî depo bike, tê cezakirin. Lê hinek firoşkarên sotemenî bi zanabûn, di firotinê de xwe didin alî yan jî xwe vedişêrin. An jî hinek “Şebîh” in anku milîs in, eşkere difroşin û hesabê ji kesekî re nakin.

Apê Ebû Ebdo der barê vê mijarê de got ku sûcê wan di vê mijarê de tune ye, ji ber ku ew jî kar dikin da ku debara malbata xwe peyda bikin û wiha domand: “Heke ez li dora benzînê 4 roj bisekinim, divê ez di 3 rojên din de kirêya erebeya xwe zêde bikim, da ku karibim ferqa rûniştinê û mayîna li dorê derxim. Heta ku em ji sûka reş jî bikirin hesab yek e. Ji ber ku nirxa benzînê li wir 7-8 qat e.” 

Têkildarî tirsa ji hesabxwestinê, apê Ebû Ebdo got: “Hesabê çi! Ma hikumeta Şamê rewşa me nizane? Heke polîsek trafîkê ji te bawer bike jî, wê li bermaberî 500 lîreyên Sûriyê wek bertîl, çavên xwe bigire.”

`ÇÛNÛHATINA  LI TAXÊN ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYE`

Rewşa veguhestinê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji taxên din ên bajêr ne baştir e. Şênî heta demên dirêj li benda wesayîtan dimînin. Lê bê fêde ye.

Şêniyekê nexwest navê xwe eşkere bike N.B ku diçû herêmên hikumeta Şamê got ku ew gelek dem li benda erebeyên veguhestinê dimînin heta karibin biçin cihên ku dixwazin.

N.B. ji ber vê rewşê bi gilî û gazinc bû. Her wiha diyar kir ku ji ber temenê wê 52 sal e,  nexweş e û nikare bimeşe, wê tevahî pêdiviyên wê bi meşê bêyî erebeyên veguhastinê pêk anîna.

`ALOZIYA XWENDEKARAN Û ŞÊNIYAN`

Xwendekarekî fakulteya zanistên mirovahiyê ya Zanîngeha Helebê ku li taxa Şêxmeqsûd dimîne û nexwest navê xwe eşkere bike diyar kir ku ew gelek zehmetiyan dikişînin heta ku karibin biçin zanîngehê, ji ber ku hejmara wesayîtên veguhestinê kêm in.

Li şûna ku xwendekar 400 metre ji malê xwe heta rawestgeha basên xeta Daîrî Şemalî bimeşe, ji bo ku biçe zanîngehê, ew neçar dimîne ku rojane 1.5 kîlomtre heta çerxerêya yekemîn a taxa Eşrefiye bimeşe û li servisê siwar bibe ku biçe zanîngehê.

Xwendekar wiha domand: “Basên xeta Daîrî Şemalî, êdî li rawestgehan nasekinin, ji ber ku gelek qerebalix çêdibe. Tenê rawestgeha taxa Eşrefiyê heye ku diçe zanîngehê. Rojane ez nîv saetekê dimeşim û 10 deqe li rawestgehê disekinim heta ku karibim li servisê siwar bibim û biçim zanîngehê.”

Ajokerê bi navê M.R. diyar kir ku ev du roj in li benda dora benzînê sekiniye û wiha domand: “Li pêşiya erebeya min 50 erebe hene. Lê heke min 10 hezar lîre bida serbazê çavdêr, min ê di 2 saetan de benzîna xwe bibira."

M.R. îşaret pê kir ku her tişt biha ye û heta bertîla eşkere jî zêde bûye. Li gorî wî di vê demê de bertîl di navbera 5 hezar heta 10 hezar lîreyên Sûriyê de ye.

Hinek şênî jî ji bo ku li dora benzînê nesekinin pere didin, lê hinek dijî nikarin wisa bikin, ji ber wê neçar dimînin mîna M.R. li dorê bisekinin.

RUXMÎ ALOZIYÊ, NIRX BILIND IN

Alozî hîna berdewam e. kamereya ANHA’yê dîmena dora benzînê ku ji herêma Cibênat a li taxa Şêxmeqsûd xuya dibû, kişand.

Piştî vê aloziyê, Wezareta Petrolê ya hikumeta Şamê ragihand ku wê parên benzînê yên parêzgehan bi rêjeya ji sedî 17 û parên mazotê bi rêjeya ji sedî 24 kêm kirine.

Wezaretê xuya kir ku kêmkirina benzînê heta miqdarên nû tînin, wê bidome. Ev yek dê pirsgirêkê ji binî ve çareser bike û girtina van tedbîran wisa şîrove kir: “Çiqas ji me tê em hewl didin miqdara li ber destê xwe baş bi kar bînin.”

Şênî jî vê gotinê bi “Derziya bencê” diwesfînin, heta ku hikumet karibe jêdereke din ji bo anîna petrolê peyda bike an jî mîna her car nirxa sotemenî bilind bike.

Wezareta Hundirîn di 19`ê Çileyê de biryarek da ku li gorî wî lîtreya benzînê bi 475 lîreyên Sûriyê diyar kir.

Wezaretê di biryara xwe de lîtreya benzînê ji cureya herî baş bi 675 lîre û cureya Oktan 95 bi hezar û 300 lîreyên Sûriyê diyar kir.

Wek encam, nirxa lître benzînê ku berê 25 lîreyên Sûriyê bû bilind bû…

Wezareta Hundirîn û Parastina Mezêxeran di Cotmeha borî de nirxa lître benzînê kir 450 lîreyên Sûriyê û lître benzînê ya cureya herî baş kir 650 lîreyên Sûriyê.

`QANÛNA QEYSERÊ TAWANBAR DIKIN`

Serokê Meclisa Wezîran a hikumeta Şamê Hisên Ernûs di 24`ê Îlona 2020`an de di Parlamentoya Sûriyê de axivî û got: “Em ê hewl bidin ev alozî dubare nebe. Lê ji ber dorpêçê em pirsgirêkan bi awayekî demkî çareser dikin.” Di vir de wî behsa cezayên Amerîkayê kir.

Li gorî qanûna Qeyser a ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li ser Sûriyê ferz kiriye bi taybet madeya 101 beşa duyemîn (B):

Tenê biyanî tên cezakirin heke kelûpel an jî tekenolojî û agahiyên girîng an jî destekekê pêşkêş bike ku sûd li hilberandina gaza xwezayî ya Sûriyê yan jî hilberînên petrokîmyawî yan jî petrolê yan jî hilberînên petrolê yên din bike.

Firotina petrola xam ji Sûriyê re yan jî gaxa xwezayî yan jî hilberînên petrokîmyawî bi miqdara 500 hezar dolarî yan jî ji wê zêdetir yan jî ku nirxa wê di sûkê de bigihêje 2 milyon dolarî, tê qedexekirin.

Ev tê wateya ku qanûna Qeyser hilberînên ku hikumeta Şamê di tevahiya tevgerên xwe de bikar tîne, dike armanc. Mirov nikare dijwarbûna peydakirina petrolê ya ji ber nekarîna hikumeta Şamê paşguh bike li gel wê jî nirxa dirava Sûriyê hildiweşe.

Di radeya yekemîn de qanûna Qeyser dan û standinên malî yên banka navendî ya Sûriyê dike armanc, ji ber wê nirxa lîreyê daket û diravên biyanî ji sûkê qut bûn. Ev yek jî li pêşiya peydakirina hikumeta Şamê ya pêdiviyên xwe yên cihêreng bû asteng.

Çavdêrên ku rewşa Sûriyê dişopînin diyar dikin, heke hikumeta Şamê biryara bi hejmar 2254 wek çareseriyek ji aloziyê re qebûl neke, ev alozî dê di dirêjahiya salekê de berdewam bike û kûrtir bibe, heta ku bandora vê cezayê wê di 21`ê Kanûna 2021`an de bi dawî dibe.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BMnyfv8gLxE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>