Li Deraayê îhtîmala êrişeke leşkerî ya mezin

Hêzên Firqeya 4’an a hêzên hikumeta Şamê yên bi piştevaniya Îranê, hêzênlekşerî yên mezin sewqî Deraayê kirin, da ku xwe li gorî êrişeke leşkerî ya muhtemel li herêmê, amade bikin.

Li Deraayê îhtîmala êrişeke leşkerî ya mezin
21 ÇILE, 2021   16:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku Firqeya 4’an a hêzên hikumeta Şamê ya bi serkêşiya Mahir Esede, birayê serokê Sûriyê Beşar Esed hêzên leşkerî yên mezin sewqî parêzgeha Deraayê kirin. Her wiha vê sibehê bi dehan avalên leşkerî ji tank û erebeyên cebilxane û lojistî û leşkeran ji Şamê ber bi Deraayê ve çûn.

SOHR’ê texmîn kir ku ev yek ji bo îhtîmala êrişeke mezin ku Firqeya 4’an a bi piştevaniya Îranê li dijî Deraayê amade dike, pêk hat, nexasim jî li bejahiyê rojavayê Deraayê.

Girêdayî mijarê, SOHR’ê ragihand ku îhtîmala êrişan piştî bûyera kuştina endamê komîteya navendî ya danûstandina bi hikumeta Şamê re li bajarokê Mizêrîb ê bejahiyên Deraayê ji aliyê çekdarên nenas ve pêk tê.

Li parêzgeha Deraayê nakokî û tevliheviyeke ewlehî, li ser paşxaneya nakokiya di navbera hêzên Firqeya 4’an a bi piştevaniya Îranê û hêzên Feyleqa 5’an a bi piştevaniya Rûsyayê heye.

(fr)