ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-01-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-01-2021
22 ÇILE, 2021   00:00

- Şopandin geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin.

- Şopandin çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin.

- Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî got dewleta Tirk a dagirker ji bilî wêranî û sûcan ji herêman re tiştek din nenanî. Her wiha destnîşan kir ku bêdengiya civaka navneteweyî rê dayê ku asta berjewendiyên xwe li herêmê fireh bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rûspiyê eşîra Begara ya li Dêrazorê piştrast kir ku ew bi Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) re li hember êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di xendekekê de şer dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Ezmûna damezirandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê li rojhilatê Kurdistanê, yek ji pêvajoyên birûmet ên dîroka têkoşîna rizgarî û azadiya gelê Kurd e, her wiha hemû geşedanên di pêvajoya damezirandin û têkçûna komarê de jî ji bo têkoşîna gelê Kurd a demên pêş bûye ezmûn û dersên girîng. (BI WÊNE)

- Serokê Koma Xebatê ya Kurdî ya Afrîkaya Başûr Mahmoud Patel destnîşan kir ku wan çawa ji bo azadiya xwe û Nelson Mandela têkoşîn kiriye, dê ji bo azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan jî bikin û got “Rewşa birêz Ocalan ji ya Mandela xirabtir e, divê her kes ji bo serbestberdana Ocalan tev bigere û zextê li dewleta Tirk bike.” (BI WÊNE)

CIWAN

- Ciwanên Şoreşger ên li Minbicê nerazîbûn li hember siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmê nîşan dan û gotin ku ew ê di rêzekê de li hemberî êrişên wê bisekinin. Her wiha ciwanên herêmê hişyar kirin ku bi şerê taybet ê ku dewleta Tirk dimeşîne bi bandor nebin.

ANALÎZ

- Çapemeniya alîgirê AKP'ê bi germî mijara xaniyên prîket (bilok) ên li Idlibê derxist pêş û vîdeoyên wê belav kirin. Yên ku ew xanî çêkirine, bi kêfxweşiyeke mezin "xizmet" û "berhem"ên xwe vedigotin. "Mîmara sereke" ya bajarê prîket jî bê guman serokwezîra Almanyayê Angela Merkel e. (BI WÊNE)

DOSYA

- Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) bîlançoya du mehan a êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navçeya Eyn Îsa û berxwedana QSD'ê ya li hemberî êrişan eşkere kirin. Agahiyên vê bîlançoyê xwe dispêrin fermandarên leşkerî û berpirsên Rêveberiya Xweser. (BI WÊNE)

CIVAK Û JIYAN

- Li piraniya herêmên Sûriyê, li gel ku hikumeta Şamê ferzkirina qanûna Qeyser dike hincet, aloziya benzînê heye ku nirxê wê her ku diçe bihatir dibe. Kolana sûrî jî dibêje ku êdî rewşa aborî nayê tehemulkirin. (BI WÊNE)

- Li gundewarên bajarê Minbicê bi armanca xwetêrkirinê û berhemdana sebzeyan ne di mewsimê de, sebzeyên zivistanê di malên bilastîkî (sera) de tên çandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA