Rûspiyê eşîra Begara: Dê eşîrên Dêrazorê li hember dagirkeriyê bisekinin

Rûspiyê eşîra Begara ya li Dêrazorê piştrast kir ku ew bi Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) re li hember êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di xendekekê de şer dikin.

Rûspiyê eşîra Begara: Dê eşîrên Dêrazorê li hember dagirkeriyê bisekinin
22 ÇILE, 2021   06:43
DÊRAZOR-ELÎ EL-SALIH

Rûspiyê eşîrA Begara Ayiş El-Remedan li ser çavberdanên dewleta Tirk ên li ser axa Sûriyê, bi taybet navçeya Eyn Îsayê ya ku wek nuqteya girêdana bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê  re ye, axivî

El-Remedan got:"Timayên dewleta Tirk di dewlemendiyên binerd  û tevahî dewlemendiyên li herêmê de hene".

Di bajarokê de gelek nûqteyên hêzên hikumeta Şamê û bargehên hêzên Rûsyayê yên ku piştî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi QSD'ê li hev kiribûn û li wê derê bi cih bûne, hene.

Dewleta Tirk û çeteyên wê rojane êrişî herêmê dikin, di encamê de sivîl dibin qurban.

El-Remedan behsa komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên herêmê kir û wiha got: " Dîroka dewleta Tirk li herêmê ji beriya sed salî de reş e, em naxwazin ku dîrok xwe dubare bike, ji ber ku em li herêmên bi ewle û aştî dijîn."

El-Remedan eşkere kir ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Eyn Îsayê binpêkirinên peymanên agirbestê yên bi DYA'yê û Rûsyayê re îmze kirine.

El-Remedan destnîşan kir ku bêdengiya dewletên garantor, li hember êrişên dewleta Tirk, hevkarî ye.

El-Remedan piştrast kir ku eşîrên Dêrazorê tevî gelên li herêmê li dijî êrişên dewleta Tirk in û dê li hember êrişên li ser xaka Sûriyê jî bisekinin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Biratiya gel me di yek xendekê de li hember dijmin, divivîne."

(dm)

ANHA