KNK sersaxî ji fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî re xwest

Hevserokên KNK’ê ji ber wefata dayika fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî, Xezne Hac Hisên sersaxî ji Mezlûm Ebdî û malbatê wî re xwest.

KNK sersaxî ji fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî re xwest
20 ÇILE, 2021   18:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokên Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Morad û Ehmed Qeremûs bi peyamekê sersaxî ji fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokraîtk (QSD) Mezlûm Ebdî û malbata wî xwest.

Hevserokên KNK’ê di peyama xwe ya sersaxiyê de ev got: “Mixabin me bi xemgînî nûçeya koça dawî ya dayika we ya rêzdar Xezne Hec Hisên bihîst.

Em li ser navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), serxweşiyê ji we û malbata we re dixwazin û em hevbeşên xema we û malbata we ne.

Xwedê giyanê dayika we bi bihuştê şad bike.”