Joe Biden bû serokê 46’emîn ê Amerîkayê

Serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden sonda yasayî xwar û bû serokê 46’emîn yê Amerîkayê.

Joe Biden bû serokê 46’emîn ê Amerîkayê
20 ÇILE, 2021   18:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden li gel cîgira xwe Kamala Harris ku di hilbijartinên 3’yê Mijdara 2020’an de bi serketibûn, îro bi merasîmekê sondxwar û bi fermî serokatiya Amerîkayê ji Donald Trump dewr girt.

Temenê Joe Biden 78`ê. Ji beriya niha di dema Obama de 2 deman bû cîgirê serokê Amerîkayê û 30 salan jî endamtiya senatoya Amerîkayê kiriye.