Li Spanyayê teqîn

Li paytexta Spanyayê Madrîdê li avahiyekê teqînek çêbû. Ji ber teqînê avahî hilweşiya 2 kes mirin û gelek kes birîndar bûn.

Li Spanyayê teqîn
20 ÇILE, 2021   18:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro piştî nîvro Li kolana Toledo ya li navenda Madrîdê di avahiyekê de teqînek çêbû. Di encama teqînê de 2 kes mirin û gelek kes birîndar bûn.

Hate diyarkirin ku kal û pîr di vê avahiyê de dijîn û ev avahî girêdayî dêrekê ye.

Hate gotin ku di teqîna ji ber gazê pêkhatî de, avahiya 6 qatî ya ku girêdayî dêrekê ye ku kesên temenmezin lê dijîn, hema bêje bi temamî hilweşiyaye.