MXDŞ bi boneya salvegera 3`yemîn a dagirkirina Efrînê daxuyanî da

MXDŞ’ê dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve şermezar kir û bang li sazî û dezgehên mafê mirovan kir ku êdî li ber vê dagirkeriyê bêdeng nemînin.

MXDŞ bi boneya salvegera 3`yemîn a dagirkirina Efrînê daxuyanî da
20 ÇILE, 2021   17:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê di salvegera 3’an a dagirkirina Efrînê de daxuyaniyek da û got: “Dagirkirina li ser Efrînê weke dagirkirina li ser gelê Êzidî û Êzidxanê dibînin.”

Daxuyaniya MXDŞ’ê wihaye;

“Em Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê vê dagirkirina li ser Efrînê li ser gelê Êzidî û Êzidxanê dibînin. Ji ber ku ew zihniyeta ku êrîşî Efrînê kirî her ew feraset bû ku di Tebaxa 2014’an de êrîşî gelê Êzîdî kir û di encamê de gelek jin û zarokên Êzîdî hatin girtin û di sûkan de hatin firotin. Ev kiryarên hanê ji dema Efrîn hatî dagirkirin heya roja îro li ser gelê me yê Efrînê dewam dikin. Bi heman awayî destdirêjiyê li ser jinan dikin û ji bilî fikrê xwe yê radîkal ti ol û baweriyek din qebûl nakin.

 

Her wiha em dewleta Tirk a faşîst ya bi çeteyên xwe êrîş birin ser Efrînê şermezar dikin.

Em hêzên navneteweyî ku çavê xwe li ser dagirkirina Efîrnê girtine berpirs ji van kiryarên li ser gelê sivîl û taybetî civaka Êzidî ya niha di bin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de ne berpirsiyar dibînin.

Em vê dagirkirina li ser Efrînê ku tê meşandin li ser mirovahiyê bi temamî dibînin. Em bangî hemû sazî û dezgehên mafê mirovan dikin û her kesekî xwe mirov dibîne divê li hemberî vê bêexlaqî û bêmirovatiya li ser Efrînê hew bê deng nemînin. Em dibêjin bes e ji dagirkeriyê re.”