Di roja salvegera 3`yemîn a dagirkirina Efrînê de xelkê herêma Cizîrê daket qadan

Bi boneya salvegera 3`yemîn a destpêkirina êrişan li dijî kantona Efrînê ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, xelkê bajar û navçeyên kantonên Qamişlo û Hesekê yên li herêma Cizîrê daketin qadan

Di roja salvegera 3`yemîn a dagirkirina Efrînê de xelkê herêma Cizîrê daket qadan
20 ÇILE, 2021   14:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku di 20`ê Çileya 2018`an de li dijî Efrînê pêk anîne û di encamê de kantona Efrînê dagir kir, meşên girseyî li dar xistin.

QAMIŞLO

Şêniyên Qamişloyê bi vê mebestê ji kolana Munîr Hebîb a li beşa rojavayê bajêr heta avahiya Komseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya Kar û Barên Penaberan a li Qamişloyê meşiyan.

/ar/uploads/files/2021/01/20/133858_qamshlw-28329.webp

Nûnerên gelek saziyên bajêr tev li meşê bûn. Xwepêşendaran şaxên zeytûnê, wêneyên zarokên Efrînê yên ku sûcên dagirkera Tirk ên li dijî wan xuya dikin û pankartên “Wijdana mirovahiyê li ku derê ye”, “Qêrîna zarokên Efrînê bibihîzin” û Zarokên Efrînê xilas bikin” hildan.

Meş li ber avahiya Komseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya Kar û Barên Penaberan rawestî û veguherî mîtîngê. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Îsam Ibrahîm û endama rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a kantona Qamişlo Semîre Mihemed axivîn û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Efrînê şermezar kirin û destnîşan kirin ku şêniyên kantonê li rex hêzên xwe bi vîneke xurt li hemberî wan êrişan 58 roj li ber xwe dan.

Meş bi berzkirina sloganên silavkirina berxwedana Efrînê bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Bi dehan pêkhateyên navçeya Tirbespiyê yên Kurd, Ereb û Suryan meşiyan û bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk ên ku li Efrînê rojane pêk tên, berpirsyariyên xwe bînin cih.

/ar/uploads/files/2021/01/20/133839_trbh-sbyh-28129.webp

Meş ji ber avahiya Kongreya Star a li rojhilatê navçeyê destpê kir û li naverasta navçeyê bi dawî bû. Şêniyan di meşê de şaxên zeytûnê rakirin û sloganên li dijî dagirkeriyê berz kirin.

Di meşê de bi navên Kongreya Star endama rêveber a kongreyê Necah El-Qiso û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) endamê rêveber Diyar Hesen axivîn û destnîşan kirin ku têkoşîna wan wê heta rizgarkirina Efrînê bidome û dagirkerî nikare vîna gelê Kurd bişikîne.

TIL HEMÎS

Di heman çarçoveyê de, şêniyên Til Hemîsê li pêşiya Navenda Tirafîkê kom bûn û dest bi meşê kir. Meş li Qada Şehîdan a li naverasta navçeyê rawestî. Şêniyan di meşê de pankartên ji bo şermezarkirina êrişên li dijî Efrînê û dagirkirina wê ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve hildan.

/ar/uploads/files/2021/01/20/133816_ahaly-tl-hmys-almrad-mn-ahtlal-afryn-hw-dhrb-altaaysh-alslmy-lahaly-almntqh-281029.webp

Li Qada Şehîdan endama rêveberiya Kongreya Star a navçeya Til Hemîsê Neyîre El-Hemko û endama PYD`ê Hiyal El-Xiwêr axivîn.

Axaftvanan da xuyakirin ku dewleta Tirk bi armanca têkbirina jiyana hevbeş a li Efrînê û şikandina vîna gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Efrîn dagir kir û gotin ku ew berdewama komploya 15`ê Sibatê ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e.

TIL BAREK

Şêniyên navçeya Til Berak bo şermezarkirina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî Efrînê derketin xwepêşandanê.

Xwepêşandan ji pêşiya çerxerêya firneya navçeyê dest pê kir, xwepêşandêran pankartên " Na ji dagirkeriya Efrînê re", " Dem dema azadiyê ye ", " Efrîn destan û sirûda azadiyê ye ", "Efrîn çirûska azadiyê ye " û wêneyên şehîdên li Efrînê hildan.

/ar/uploads/files/2021/01/20/133802_tl-brak-28429.webp

Xwepêşandan li çerxerêya şehîdan li navenda navçeyê rawestî û Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a li navçeya Til Berak Weid Elêwî axivî û êrişên dewleta Tirk li dijî Efrînê şermezar kir û soza domandina têkoşînê heta rizgariya Efrînê da.

Rêveberiya Kongeraya Star a navçeya Til Berak Rîm Ebd Elah axivî û êrişên dewleta Tirk ên dijî Efrînê şermezar kir.

 GIRKÊ LEGÊ  

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê legê ya li kantona Qamişlo bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li dijî Efrînê xwepêşandan li dar xistin.

Xwepêşandêran wêneyên şehîdên ku di berxwedana Serdemê de şehîd bûbû û şaxên zeytûnê hildan û siloganên ku berxwedana Efrînê silav dike û sûcên dewleta Tirk şermezar dike, berz kirin.

/ar/uploads/files/2021/01/20/133740_2021-01-20-girke-mese-gel-28329.webp

Xwepêşandan ji qada şehîd Xebat dest pê kir û navenda bajêr sekinîn, Hevserokê meclisa navçeya Girkê legê Mihemed Cemîl axivî û dagirkeriya Tirk li dijî Efrînê şermezar kir û got:" Efrîn ji herêmên herî ewle bû, lê belê dewleta Tirk bi vê yekê razî nabû û Efrîn dagir kir, welatiyên resen koçber kirin û sûcên ne qanûnî li dijî şêniyên resen pêk anîn.

TIL KOÇER

Bi armanca şermezarkirina êrişên artêşa Tirk ên li dijî kantona Efrînê, îro şêniyên navçeya Til Koçerê meşek li dar xist û bi sedan şêniyên navçê, endamên saziyên sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn tev li meşê bûn.

Meş ji pêşiya dibistana Şewaf a li naverasta navçeyê dest pê kir, piştre ber bi kolanên sereke ve meşiyan û li nêzîkî Şaredariya Gel a navçeyê meş veguherî mîtîngê. Li wir Hevserokê Meclisa Navçeyê Newaf El-Xedan axivî û êrişên artêşa Tirk ên li dijî Efrînê şermezar kir û bang li gelê Sûriyê kir ku yekitiya xwe li dijî êrişên dagirkeran çêkin û dawî li komployên li dijî xwe bînin.

DÊRIK

Bi hezaran pêkhateyên Dêrikê, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên jinan û saziyên civaka sivîl li pêşiya navenda Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û armanca şermezarkirina dewleta Tirk ji Efrînê re meşek li dar xist.

Xwepêşandan ber bi sûka navendî ya li bajêr ve çû û xwepêşandêran sloganên silavkirina berxwedana Efrînê û şermezarkirina bêdengiya navneteweyî ya têkildarî sûcên li dijî Efrînê şermezar kirin.

Xwepêşandêr ber bi dêra Marşamûnî ve çûn û li vir meş veguherî mîtîngê.

Destpêkê deqak rêzgirtin girtin, piştre Hevserokê Şaredariya Gel a Herêma Dêrikê Feramez Hemo axivî û got ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê  ji bo ku şêniyên wê koçber bike û malbatên çeteyan bi cih bike, êrişî Efrînê dike.

Meş bi sloganên silavkirina berxwedana Efrînê bi dawî bû.

AMÛDÊ

Li navçeya Amûdê meş ji pêşiya qada Jina Azad dest pê kir û ber bi qada Şehîd Cîhad a li naverasta navçeyê çû. Xwepêşandêran li qada Şehîd Cîhad deqak rêzgirtin sekinîn û piştre şahida komkujiya ku ji aliyê artêşa Tirk li dijî Efrînê pêk anî Sûad Neasan axivî û bang li gelê Sûriyê kir ku asta têkoşîna xwe bilind bikin û dawî li dagirkeriyê bînin.

DIRBÊSIYÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PMkDx9EsXJs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi heman armancê, bi hezaran şêniyên navçeya Dirbêsiyê û gundewarê wê xwepêşandanek li dar xisitn. Xwepêşandêran wêneyên şehîdan rakirin.

Xwepêşandanê ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê destpê kir û di kolanên sereke re dewam kir. Xwepêşandan li Qada Şehîdan veguherî mîtîngê.

Bi navê Rêveberiya Xweser Mihemed Hisên wiha axivî: “Îro salvegera 3`yemîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser bajarê Efrînê ye, ku bi hevkariya navneteweyî pêk hat û tê de hemû cureyên çekên pêşketî hatin bikaranîn.”

/ar/uploads/files/2021/01/20/133549_drbasyh-5.webp

Hisên diyar kir ku êrişa li ser kantona Efrînê, êrişa li ser destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û projeya netewa demorkatîk e.

HESEKÊ

Bi hezaran pêkhateyên bajarê Hesekê û koçberên kampa Serêkaniyê li dijî dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve, du xwepêşandanên cuda li dar xistin.

Her du xwepêşandan ji aliyê Kongreya Star û rêveberiya herêma Hesekê ve hatin orgenîzekirin. Xwepêşandana kul i navenda bajarê Hesekê hatibû lidarxistin ji pêşiya Şaredariya Gel a taxa Xiwêran destpê kir. Xwepêşandêran dirûşmên silavkirina berxwedana Efrînê û berxwedana şervanên QSD`ê û pankertên bi nivîsên “Na ji dagirkeriyê re, dem dema parastina şoreşê ye” rakirin.

Li pêşiya Yarîgeha Beledî, Ebdulxenî Oso bi navê Rêveberiya Xweser wiha axivî: “Divê hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevgirtî bin û piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk bikin. Hemû pêkhateyên herêmê bi hev re li dijî terorê sekinîn.”

KAMPA WAŞÛKANÎ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/oyObBH0xr48" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li Kampa Waşûkanî jî, Kongreya Star bi hevkariya bi meclisa kampê re bi dirûşmeya “Na ji dagirkeriya Tirk re, dem dema parastina şoreşê ye” xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandanê li pêşiya meclisa kampê dest pê kir. Xwepêşandêran alên YPG, YPJ û QSD`ê û pankertên bi nivîsên: “Na ji dagirkeriya Tirk re, dem dema parastina şoreşê ye” rakirin.

/ar/uploads/files/2021/01/20/133501_mkhym-sry-kanyh-28129.webp

Xwepêşandan li dawiya kampê veguherî mîtîngê, endama rêveberiya Kongreya Star li kampa Serêkaniyê Gulistan Mihemed axivî û diyar kir ku kantona Efrînê navenda ewlehiyê û çavkaniya aştiyê bû û wiha domand: “Armanca dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji êrişên li ser Efrînê, derxistina gelê Efrînê û guhertina demografiya herêmê bû.”

TIL TEMIR

Li navçeya Til Temirê jî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî domdar êrişê dikin, îro bi sedan şêniyên navçeyê û endamên meclisên navçeyê li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan kom bûn.

Xwepêşandêran pankertên mezin ên bi nivîsên “Na ji dagirkeriya Tirk re, dem dema parastina şoreşê ye”, çiqilên zeytûnan û alên û sembolên QSD`ê û partiyên siyasî, rakirin.

Xwepêşandan li kolana kehrebeyê veguherî mîtîngê, li wê derê bi navê Koordînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê Lîlav Hisên û bi navê Meclisa Navçeya Til Temirê jî Ehemd Heyder axivîn.

Axaftvanan salvegera 3`yemîn a dagirkirina kantona Efîrnê bi bîr anîn û diyar kirin ku di salvegera sêyemîn a dagirkirina Efîrnê ji aliyê arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, ew nameyekê ji dagirkeran re dişinin ku dê Efrîn bi berxwedana gelên herêmê û hêzên leşkerî rizgar bibe.

ANHA