Zanîngeha Rojava û Saziya Avahiyan dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê şermezar kir

Zanîngeha Rojava û Saziya Avahiyan a Qamişloyê dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve, şermezar kir û da zanîn ku her çend dagirkerî dirêj bidome jî dê dawî lê were û bang li hêzên navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û li hember hovîtiya dewleta Tirk rabin.

Zanîngeha Rojava û Saziya Avahiyan dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê şermezar kir
20 ÇILE, 2021   14:13
QAMIŞLO

Bi boneya sêyemîn salvegera dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ve, Zanîngeha Rojava daxuyaniyek li pêşiya avahiya xwe ya li Qamişloyê da.

Daxuyanî bi tevlêbûna xwendekar û mamosteyan hat dayîn û ji aliyê endamê rêveberiya Zanîngeha Rojava Şervan Mihemed ve hat xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve dewleta Tirk û çeteyên wê siyaset, rê û rêbazên herî qirêjî li dijî niştecihên resen dimeşînin, her wiha tirkkirina axa Sûriyê, binpêkirina serweriya wê û ji holê rakirina taybetmendiyên herêmê yên çandî, dîrokî û nasnameya resen a Efrînê, li pêş çavên cîhanê didome û heta vê kêliyê jî li hember van kiryaran bêdengiyeke mezin heye.”

Hate diyarkirin ku komploya li dijî Efrînê bi desteka hêzên navneteweyî pêk hatiye û wiha hate gotin: “Lê em wek gelê Kurd bi hêz û vîna xwe bawer in, dizanin ku çi qasî dagirkerî dirêj bike jî dê dawî lê were.  Mafê xwe yê rewa di jiyaneke azad û di nava aştî û aramiyê de ku ji bo her kesî mafekî rewa ye, em dê tu carî dest ji vî mafî bernedin û heta dawîyê di vê oxirê de têkoşîn û berxwedanê bidomînin.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha lê hate zêdekirin: “Em wek Zanîngeha Rojava bang li hêzên demokratîk û aştîxwaz yên cîhanê, rêxistinên mafên mirovan û hemû hêzên navneteweyî yên xwedî bandor dikin ku bi erk û berpirsyariyên xwe yên dîrokî rabin, ji bêdengiya xwe ya kirêt derkevin û li hember hovîtiya dewleta Tir rabin. Rejîma Sûriyê jî agahdar be ku pirsgirêka Efrînê û herêmên dagirkirî ne tenê pirsgirêka aliyekî ye, lê belê azadkirina van herêman berpirsyariya hemû sûriyan e û dive her kes ji bo vê armancê û avakirina Sûriyeke azad û demokratîk tê bikoşe.”

‘3 SAL E LI EFRÎNÊ SÛCÊN DÛRÎ EXLAQÊ MIROVAHIYÊ PÊK TÊN’

Saziya Avahiyan a Qamişloyê (SAZAP) jî daxuyaniyek li pêşiya navenda xwe da. Endamê rêveberiya saziyê Mezlûm Rêber daxuyanî xwend.

Mezlûm Rêber da zanîn ku 3 sal di ser dagirkirina Efrînê re derbas bûn, bi rasthatina vê rojê re ew vê dagirkirinê şermezar dikin û wiha got: "Ev 3 sal e ku li Efrînê kiryarên dûrî exlaqê mirovahiyê pêk tên. Em bang li cîhanê dikin ku guhên xwe ker kirine, ku bi erkên xwe rabe û van sûcên li dijî mirovahiyê rawestîne."

Rêber di daxuyaniyê de bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya di zindanên dewleta Tirk de jî û got: "Di salvegera vê rojê de em berxwedana hevrêyên li zindanên dewleta Tirk de ku li dijî tecrîda li ser Rêber Apo protesto dikin û ketine greva birçîbûnê silav dikin û bi hemû hêza xwe piştgiriya wan dikin. Her wiha em tecrîda li ser rêber Apo şermezar dikin û ji bo şikandina wê em ê asta têkoşîna xwe bilindtir bikin."

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qGeO7tp9GOk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>