​​​​​​​Rêxistinên Civaka Sivîl bang li pêkhateyên herêmê kir, li dijî dagirkeran serî hildin

Rêxistinên Civaka Sivîl ên Helebê têkildarî şermezarkirina sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmên dagirkirî, di serî de Efrînê, daxuyaniyek da.

​​​​​​​Rêxistinên Civaka Sivîl bang li pêkhateyên herêmê kir, li dijî dagirkeran serî hildin
19 ÇILE, 2021   15:54
HELEB

20`ê Çileyê salvegera 3`yemîn a êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêma Efrînê ye. Her wiha dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê bi bejahî û hewayî êrişî herêmê kir.

Têkildarî mijarê, Rêxistinên Civaka Sivîl şaxê Helebê îro bi daxuyaniyekê êriş û sûcên dewleta Tirk şermezar kirin.

Hevserokê Malbenda Çandê ya Helebê Kamîran Bîlal li pêşiya navenda Rêxistinên Civaka Sivîl ku li aliyê rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê ye, daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Efrîn ji herêmên Sûriyê ya herî zêde ku ewlehî û aramî lê peyda dibû, ji hemû herêmên Sûriyê zêdetirî nîvmilyon koçber pêşwazî kir, lê piştî êrişên artêşa Tirk ên hovane, bû herêma herî zêde ku li dijî wê tundî, rageşî, revandin, talankirin, wêrankirin, guhartina demografiyê. Dewleta Tirk van sûcan bi rêya îstixbarata xwe pêk tîne.

Dewleta Tirk û komên wê piştî du mehan ji şerê li dijî YPG`ê di 18`ê Adara 2018`an Efrîn dagirkir, piştre malbatên çeteyan ji hemû herêmên Sûriyê anîn û wan li malên sivîlên ku ji ber êrişan koçber bûbûn,  bi cih kirin û bi vî siyasetê dest bi guhartina demografiya herêmê kir.

Artêşa Tirk bû sedema koçberkirina zêdetirî 300 hezar welatiyî, hîn jî sûcan pêk tîne û gelê herêmê koçber dike. Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de zêdetirî 543`ê sivîl hatin qetilkirin.

Em bang li gelê herêmê dikin ku yekitiya xwe ava bikin û serî li hember dewleta Tirk hildin û xakê rizgar bikin. Her wiha bang li civaka navneteweyî dikin ku bi erka xwe rabe û dawî li dagirkeriya Tirk bîne."

(eh)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vDBHTPoX-Yc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

 

 

 

ANHA