Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê sersaxî ji malbata şehîd Xalid Reşîd re xwest

Koçberên ji Efrînê û şêniyên kantona Şehbayê sersaxî ji malbata endamê fermandariya  YPG`ê Xalid Reşîd re xwest.

Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê sersaxî ji malbata şehîd Xalid Reşîd re xwest
Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê sersaxî ji malbata şehîd Xalid Reşîd re xwest
Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê sersaxî ji malbata şehîd Xalid Reşîd re xwest
Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê sersaxî ji malbata şehîd Xalid Reşîd re xwest
Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê sersaxî ji malbata şehîd Xalid Reşîd re xwest
Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê sersaxî ji malbata şehîd Xalid Reşîd re xwest
19 ÇILE, 2021   15:51
ŞEHBA

Konê sersaxiyê yê şehîd Xalid Reşîd li navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê hate vegirtin û îro bi dehan koçberên ji Efrînê û şêniyên kantonê sersaxî ji malbatê re xwest. Şehîd Xalid Reşîd di encama kirîza dil de li nexweşxaneyeke bajarê Helebê gihaşt asta şehadetê.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan Fewzî Mistefa axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Fewzî Mistefa got ku her kes dizane ku 20`ê Çileya 2018`an dewleta Tirk êrişî herêmê Efrînê kir, lê berxwedan rêya tekane ya sekna li dijî êrişên artêşa Tirk e, ji ber ku ev rêya şehîdan e.

Her wiha bi navê Meclisa Navçeya Til Rifetê Endamê Meclisê Cemal Bekir da zanîn ku şehîd Xalid li dijî dijminê gelê Kurd li ber xwe da û bi armanca misogeriya azadiyê têkoşîna xwe berdewam kir, ji ber vê yekê ew soz didin ku ew ê heta pêkanîna armancên şehîdan şopdarên rêya wan bin.

Dûvre endama rêveber a Kongreya Star Newroz Efrîn diyar kir ku şehîd xwediyên kedeke mezin in, li ber xwe da û civak bi rê ve birin, mînaka wê jî ji fermandar Xalid e ku di girtîgehên hikumeta Şamê de li ber xwe da, gelek îşkence dît, lê dîsa jî serî netewand.

Piştre Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Emîna Reşo nasnameya şehîd Xalid xwend û radestî malbatê kir.

Merasîma sersaxiyê bi sloganên"Şehîd namirin" bi dawî bû.

(eh)

ANAH

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2RNw2lxE-JA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>