​​​​​​​Nivîsgeha Jinan a MSD’ê li Minbicê panelek li ser formekirina destûrê li dar xist

Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi hevkariya Yekitiya Rewşenbîrên li Minbicê panelek bi sernavê"Mekanîzmeya formekirina destûr" li dar xist û tê de şêwazên nivîsandina destûran nîqaş kirin.

​​​​​​​Nivîsgeha Jinan a MSD’ê li Minbicê panelek li ser formekirina destûrê li dar xist
19 ÇILE, 2021   16:07
MINBIC

Endamên Rêveberiya Nivîsgeha Jinan a MSD`ê Îlham Umer û Zûbeya El-Nasir, endam û nûnerên sazî û komîteyên girêdayî rêveberiya Minbicê û partiyên siyasî yên li bajêr beşdarî panela ku li hola Meclisa Jinan hate lidarxistin, bûn.

Di panelê de destûr hate pênasekirin û Endama Rêveberiya Nivîsgeha Jinan a MSD`ê Zûbeya El-Nasir axivî û got ku destûr komek ji rêgezên rêxistinkirin  û damezrandina desthilat, veguhastin û bikaranîna wê ye, anku xalên ku girêdayî rêxistina siyasî yan jî ew belgeya bingehîn a ku ji aliyê desthilateke taybet ve hatiye nivîsandin û li gorî tedbîrên taybet pêk tê da ku kar û barên hikum werin diyarkirin û rêxistinkirin.

Zûbeya El-Nasir îşaret bi formekirina destûran kir û wiha got: "Bi du rêbazan destûr hatiye çêkirin ku gel xizmetî desthilatê bike, navê wê jî desthilata damezrîner e. Lê heke destûrê ji aliyên desteya ku ji aliyên gel ve were çêkirin, navê wê komeleya damezrîner e. Lê heke projeya destûrê li ser gel bi referandomeke giştî were pêşniyarkirin, navê wê referandoma damezrîner e."

Zûbiya El-Nasir da zanîn ku du şêwazên nivîsandina destûran hene ku ew jî komeleya damezrîner û referandoma damezrîner e, ya yekemîn divê bi şêwazekî demokratîk destûrê binivîse û divê neteweya xwediya serweriyê û çavkaniya hemû desthilatan e desteyekê ava bike û navê Meclisa Damezrîner an jî Komeleya Damezrîner lê bike.

Zûbiya El-Nasir eşkere kir ku şêwazê referandoma damezrîner şêwazê herî demokratîk e ku dewletên pêşketî bi kar tînin û fikreya vî şêwazî jî ji rêgeza birêvebirina gel tê.

Zûbiya El-Nasir di dawiyê de anî ziman ku şêwazê komeleya damezrîner her çi qasî demokratîk e jî lê rola gel lawaz dike.

Dûvre beşdaran mekanîzmaya nivîsandina destûrê nîqaş kir û diyar kir ku nivîsandina destûrê li ser bingeha komeleya damezrîner baştir e û dive tê de mafê guhartinê hebe.

(eh)

ANHA