Li Hesekê YAT`ê serçeteyekî DAIŞ`î girt

Yekîneyên Antî Teror ên girêdayî QSD`ê berpirsê kiryarên kuştinê yên çeteyên DAIŞ`ê, girt.

Li Hesekê YAT`ê serçeteyekî DAIŞ`î girt
19 ÇILE, 2021   08:25
HESEKÊ

Ajansa me wêne û dîmenên operasyonê ku duh li gundewarên bajarê Hesekê ji aliyê Yekîneyên Antî Terorê (YAT) ve hate destpêkirin, bidest xist.

Di operasyonê de serçeteyekê DAIŞ`î (A.C) (40) hate girtin.

Hêzên YAT`ê di  operasyonê de çekeke kalaşnikov, telefonên destan her wiha memory card û filaş ku wêneyên serçeteyên DAIŞ`î têde hebûn  û belgeyên têkiliya wî bi wan re, girt.

Endamê hêzên YAT`ê Tolhildan Rojava der barê mijarê de ji ajansa me re wiha got: "Serçeteyê DAIŞ`î (A.C) erka wî ku kuştinan li herêmê pêk bîne, fermandarên QSD`ê bikin hedef û mayînan li ser rêyên giştî li herêmê, daynin."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nrNl7hoQ9Ow" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>