Li başûrê Bexdayê teqîn

Li Iraqê li nuqteyên girêdayî komên Hizbullahê yê Iraqê yên li nêzî Cirf El-Sexir 3 teqîn pêk hatin.

Li başûrê Bexdayê teqîn
19 ÇILE, 2021   07:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora El-Erebiye ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan ragihand ku duh bi şev 3 teqîn li navçeya Cirf El-Sexir a li başûr rojavayê paytexta Iraqê Bexdayê rû dan.

Li gorî heman çavkaniyan, teqîn li nuqteyên girêdayî Hizbullahê Iraqê pêk hatine, lê tu windahî di refên Hizubllahê yan jî artêşa Iraqê de ku li nêzî Cirf El-Sexir in çênebûn.

Ji aliyê xwe ve Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand ku agahiyên wê têkildarî pêkanîna êrişên asmanî li Iraqê tune ye.

 (şx)