​​​​​​​ꞌBi yekitiya gel dê tecrîda li dijî rêber Ocalan bi dawî bibeꞌ

Şêniyan tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û piştrast kir ku rêbertî xwediyê fikir û baweriyekê ye û dijmin bi rêya tecrîdê nikare belavkirina fikirê wî asteng bike.

​​​​​​​ꞌBi yekitiya gel dê tecrîda li dijî rêber Ocalan bi dawî bibeꞌ
19 ÇILE, 2021   02:32
QAMIŞLO-ÎSAM ABDULLAH

Rêber Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navneteweyî ku tê de Amerîka, Rûsya, Îsraîl, piranî dewleta Ewropayê û gelek dewletên Afrîkayê beşdar bûn, hate dîlgirtin. Lê dewleta Tirk ji wê demê de tecrîd li dijî rêbertî ferz kiriye.

Gelê Kurdistanê, civakên li Rojhilata Navîn, tevger û kesayetên li dijî sîstemên desthilatdar, tecrîda li ser rêbertî red dikin.

Têkildarî mijarê şêniyê bi navê Mihemed Abdurehîm ê ji Dêrikê axivî û got di şexsê rêber Abdullah Ocalan de, dixwazin vîn, firkir û jiyana azad asteng bikin.

Mihemed Abdurehîm destnîşan kir ku rêber Ocalan ji bo pirsgirêka li Rojhilata Navîn çareser bibe, projeya Neteweya Demokratîk pêşniyar kir û wiha gotina xwe dewam kir: "Berhema projeya Neteweya Demokratîk, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku bi rêya wê hemû pêkhate bi zimanê xwe dixwînin û baweriyên xwe jî pêk tînin."

Mihemed Abdurehîm anî ziman ku têkoşîna li dijî tecrîdê erkekî mirovî û exlaqî ye, divê her kes bi erka xwe rabe da ku dawî li tecrîdê bîne, her wiha erka hemû gel û rêxistinên mafnas, mirovî û parêzvanên azadiyê ye ku li dijî vê tecrîdê bisekinin, di heman demê de divê gelê Kurd ji têkoşîna li dijî vê tecrîdê re pêşengtiyê bike. 

Şêniya bi navê Wefa Elî diyar kir ku armanca ji tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan parçekirina gelê herêmê ye û wiha got: "Dewleta Trik bi rêya têkbirina projeya Neteweya Demokratîk a ku li herêmê banga biratiya gelan dike hewldana parçekirina gel dike. Li aliyekî din jî rêbertî li herêmê yekitiya gel çêkir, rêveberî ava kir û di navbera pêkhateyên herêmê de fikrekî azad belav kir."

Wefa Elî di dawiyê de destnîşan kir ku bi yekitiya gelan dê tecrîd bi dawî bibe.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OxGu6_fQT4o" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>