Piştî Bexdayê…Hulusî Akar li Hewlêrê ye

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar îro serdana Bexdayê kir  û di saetên şevê de jî derbasî Hewlêrê bû.

Piştî Bexdayê…Hulusî Akar li Hewlêrê ye
18 ÇILE, 2021   20:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê, tê payîn ku wezîrê parastinê yê Tirkiyê îşev li Hewlêrê bimîne, da ku sibe bi rayedarên Başûrê Kurdistanê re bicive.

Di danê nîvor de, Hulusî Akar bi gelek rayedarên hikumeta Iraqê re li Bexdayê civî.

Li gorî dezgehên çapemeniyê, serokê Iraqê Berhem Salih di hevdîtina bi Hulusî Akar li Bexdayê re destwerdan û êriş red kirin û diyar kir ku divê nakokiyên li herêmê sivik bibin, rêz ji seweriya Iraqê re were girtin.

(fr)