Netewî Xemgîn: Tekane rêya li ber dewleta Tirk, qebûlkirina daxwazên Leyla Guven e

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Lubnanê Netewî Xemgin  girtina Leyla Guven ji hêla dewleta Tirk ve, şermezar kir û got "Îro, heke dewleta Tirk a faşîst nikare tehemulî vîna jinan a bi pêşengiya Leyla Guven bike, ji ber ku ew şopdara Sara, Zîlan, Leyla, Bêrîtan û xeta azadiya jinan e."

Netewî Xemgîn: Tekane rêya li ber dewleta Tirk, qebûlkirina daxwazên Leyla Guven e
19 ÇILE, 2021   01:26
BEYRUT-ZÎLAN DÊRSIM

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji ber daxuyaniyên xwe yên der barê êrişên li ser Efrînê de ji aliyê polîsên dewleta Tirk ve hate destgîrkirin û di 31'yê Kanûnê de hate girtin.

Greva birçîbûnê ya Leyla Guven a di 8'ê Mijdara 2018'an de, bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ya li ser rêber Abdullah Ocalan dest pê kir û 200 rojan dom kiribû.

 ‘ÎRADEYA JINAN SERÎ NATEWÎNE’

Dema ku Leyla Guven ku di 22'yê Kanûna 2020'an de li Amedê hate girtin û 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn, got "Ger ez bireviyama cihekî, ez ê hezar carî bireviyama û we qet nedibihîst jî. Lê ez bi xwe li wê yekê nafikirim. Ez ê li hundirê welêt siyasetê bidomînim. Ne girîng e li hundir û an jî li derve e." û bi bîr xist ku dê vîna jinan li tu deran ji faşîzmê re serî netewîne.

Li hemberî vê yekê gelek bertek li hemberî van polîtîkayên dewleta Tirk derketin û sazî û rêxistinên jinan diyar kir ku ew ê têkoşîna Leyla Guven bidomînin û xwedî lê derkevin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Lubnanê Netewî Xemgîn diyar kir ku pergala dewletê  ji xeta berxwedanê ya azadiya jinan ditirse û got: "Dewletek ku vîna jinan nas neke û wê ji xwe re neke bingeh, nikare ji krîzan xilas bibe. Em wek şopdarên Leyla Guven, berxwedana wê heya dawiyê, wek hevrêyên wê, em hembêz dikin."

Netewî Xemgîn bi bîranîna şehîdên meha Çileyê dest bi axaftina xwe kir û got: "Berî her tiştî, ez serê xwe li ber şehadeta şehîd Sara, Leyla û Fîdan ditewînim û ez nifir li Komploya Navneteweyî dikim ku berdewama qetlîaman e. Em dizanin ku ev meh meha şehîdan e. Em hemû şehîdên ku di şoreşa jinan de canê xwe feda kiriye, bi bîr tînin. Em ê di seranserê dîroka xwe de Komploya Navneteweyî ji bîr nekin, em ê hesab û lanete lê bikin. Sakîne, Leyla û Fîdan pêşengên me yên şoreşa jinan, pêşeroja me, bîrdoziya jinan û dîroka me ne. ”

Netewî wiha domand: “Di şexsê hevrê Sakîne de xeta azadiya jinan bû hedefa hêzên faşîst ên komploger û dixwest were tunekirin. Lê wan nekarî serfiraz bibin. Ji ber ku Sara, Fîdan û Leylayan bi hezaran peyrewên xwe hene ku ji bo şoreşê şer dikin. Îro, bi hezaran jinan di qadên cuda de xwe bi rêxistin kiriye, bi beşdarbûna siyasetê vîna jinan dikin esas. Îro em berdewama xeta hevrê Sara ya di dîroka jinan de li gorî bîrdoziya jinan dişopînin û wê xetê esas digirin."

‘LEYLA ŞOPDARA SARAYAN E’

Netewî Xemgîn destnîşan kir ku civakîbûna îro û yekitiya jinan, ku bi pêşengiya jinan bi pêş dikeve, dibin hedefa zîhniyeta dewletê û gotinên xwe wiha domandin: “Hevaleke ku şopa Sarayê dişopîne jî Leyla Guven e. Îro, ger dewleta Tirk a faşîst nikare vîna jinan a bi pêşengiya Leyla tehemûl bike, ji ber ku ew şopdara Sara, Zîlan, Leyla, Bêrîtan û xeta rizgariya jinan e. Ji ber ku dewleta Tirk nikare ramana pêşxistina jinan û xeta demokrasiyê tehemul bike, ew dixwaze Leyla Guven biavêje zindanê. Lê bila dewleta Tirk a dagirker û faşîst pir baş bizane; Leyla Guven dê li dijî komployan li ber xwe bide û bi qêrîna Sarayan a di zindanan û helwesta xwe ya rast, bê deng nemîne.

Dewleta Tirk bi ser neket û dê bi ser nekeve. Di dîroka şoreşa jinan de, zîhniyeta dewletê û tu zîhniyetên din bi ser neketine. Pergala exlaqî û polîtîk a ku gelan bi hezar salan parastiye, dewletê xwest wê hilweşîne. Her çend ev pergal tê xwestin ku di şexsê Leyla Guven de were hilweşandin jî, ew ê bersivê bide û berxwedana wê di girtîgehan de jî bibe dengek û dê di xeta jinan de bidome. Jin ew e ku tu carî dest ji ax, azadî, mal û têkoşîna xwe bernade. Em li ku derê bin, em ê bi bilindkirina xeta azadiya jinan, têkoşîna xwe bidomînin. "

‘DÊ TU CARÎ NEKARIN DEMOKRASÎ Û AŞTIYÊ TUNE BIKIN

Endama Kongreya Star Netewî Xemgîn destnîşan kir ku têkoşîna Leyla Guven hemû jinan digire nava xwe û got: "Daxwaza Leyla Guven ew bû ku şer bike heya ku ew bigihêje hemû mafên jinan. Ne rêxistinên mafên mirovan ne jî Amerîka an jî Tirkiyê hewl da ku mafên mirovan û dewleta hiqûqê biparêze. Ev hêz û vîn di grevên birçîbûnê yên ji hêla Leyla Guven ve hatin destpêkirin û niha jî serhildanên zindanê yên ku doza azadiya mafan dikin. Li Rojavayê Kurdistanê, di nava wan şervanên jin de ku di van şert û mercên xirab de gel û axa xwe di eniyên şer de diparêzin. Mîna Hevrîn Xelef, ew siyasetmedarên me yên pêşeng ên ku aştî û demokrasiyê dixwazin. Bila hêzên mêtinger baş bizanin ku ew ê tu carî nekarin demokrasî û aştiyê biqedînin."

‘HÊZA DEWLETÊ TÊRÊ NAKE KU ÎRADEYA ME TÊK BIBE’

Netewî diyar kir ku dewleta Tirk li dijî vîna jinan e û destnîşan kir ku bi girtina Leyla Guven re, îradeya jinan dixwest were zindankirin û got: "Ger demokrasî rastiya dewleta Tirk bûya ku qala yekitiya gelan û aştiyê dike, ew ê armanc nekira ku bi biryara li dijî Leyla Guven îradeya jinan bê deng bike. Her çend dewleta Tirk şer derdixe pêş, em ê bi aştiyane bersivê bidin. Dê şerê me bibe şerê aştiyê. Dewlet dê nekarin vîna me tune bikin. Di dewleta Tirk de, tu hewldanek azadî û îradeya pêşkêşkirina jinan tune ye. Ger hebûya, dê cezayê girtîgehê neda Leyla Guven."

Netewî diyar kir ku dewleta Tirk bi girtina Leyla Guven nikare pirsgirêka gelê Kurd çareser bike û got: "Ger Rêberê me hîn jî di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de di zindanê de tê ragirtin, heke grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya girtiyan di zindanan de didomin, heke gelê me li her derê li ber xwe dide; ev daxuyaniya herî mezin a îradeyê ye. Xwestekeke van kesan heye; bi vîna xwe ya azad xwe bi rê ve bibin. Ji ber vê yekê ye ku vîna gelê Kurd li Îmraliyê girtî ye. Dê kes nekare vê îradeyê bişikîne. Ger dewleta Tirk dawî li vê tecrîdê neyne, hûn baş dizanin ku hilweşîna Tirkiyê nêz e. Erdogan bi destê xwe li rûxandina navxweyî digere. Tayyîp Erdogan di warê pîvanê de nikare serfiraz bibe, ew ji bo Tirkiyê metirsiyek e. Rêya yekane li pêşberî Tirkiyê, bidawîkirina tecrîda li ser rêber Ocalan, darizandina kujerên şehîd Sara û pêkanîna daxwazên Leyla Guven e."

‘DEWLETÊN KU ÎRADEYA JINAN NAS NEKIN, XWE JI KRÎZAN XILAS NAKIN’

Di dawiyê de, endama Koordînasyona Kongreya Star a Lubnanê Netewî Xemgin diyar kir ku dê hemû jin û saziyên jinan berxwedana Leyla Guven hembêz bikin û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Dewletek ku vîna jinan nas neke û wê ji xwe re neke bingeh, nikare ji krîzan derkeve. Em wek şopdarên hevrê Leyla Guven, berxwedana wê heya dawiyê hembêz dikin. Her çend bi hezaran zincîr werin lêdan jî, em ê xwe li ser xeta berxwedanê ya ku wê xurt kiriye, bi rêxistin bikin. Heta ku em rêber Apo û girtiyên li hemû girtîgehan azad nekin, em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Em ê mafên xwe bi mîsogerkirina rêxistina xwe bistînin, bêyî ku hewcedarî tu kesî bibin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xJGgAZ3HBrk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>