Cewahir Osman: Hikumeta Şamê berpirsê necareserkirina krîza Sûriyê ye

Endama Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a kantona Qamişlo Cewahir Osman diyar kir ku hewldanên wan ên lidarxistina diyalogên bi hikumeta Şamê re, pêk nehatin. Lê dîsa jî têkildarî aloziya Sûriyê ew pabendî çareseriya aştiyane ne.

Cewahir Osman: Hikumeta Şamê berpirsê necareserkirina krîza Sûriyê ye
Cewahir Osman: Hikumeta Şamê berpirsê necareserkirina krîza Sûriyê ye
Cewahir Osman: Hikumeta Şamê berpirsê necareserkirina krîza Sûriyê ye
Cewahir Osman: Hikumeta Şamê berpirsê necareserkirina krîza Sûriyê ye
Cewahir Osman: Hikumeta Şamê berpirsê necareserkirina krîza Sûriyê ye
Cewahir Osman: Hikumeta Şamê berpirsê necareserkirina krîza Sûriyê ye
18 ÇILE, 2021   16:47
QAMIŞLO

MSD`ê li hola Navenda Çand û Hûnerê ya navçeyê civînek ji şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê re û bi beşdariya endamên saziyên sivîl û bi dehan gel li dar xist.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Nivîsgeha Rêxistinî ya MSD`ê ya kantona Qamişlo Cewahir Osman axivî û piştrast kir ku tekane rêya çareseriya aloziya Sûriyê; diyalogên sûrî-sûrî ye.

Cewahir Osman wiha gotina xwe berdewam kir: "Ji ber baweriya me bi çareseriya sûrî-sûrî tê û gelek caran ji bo çareseriya aloziya Sûriyê me banga lidarxistina diyalgoan kir, lê mixabin hikumeta Şamê dev ji serhişkiya xwe bernade."

Cewahir Osman destnîşan kir ku hikumeta Şamê di navbera Rûsya û Îranê de maye, ji ber vê yekê di navbera refên wê de parçebûn çêbû, girîngtirîn nuqteyên stratejîk ên li Sûriyê firotin û ji bo herêmên din jî bifiroşe bi aliyên din re gelek peyman mohr kirin.

Cewahir Osman di dawiyê de anî ziman ku ji bo çareseriyê û parastina mafên gelê herêmê were misogerkirin, ew tê dikoşin.

Endama Nivîsgeha Têkiliyên MSD`ê Leyla Siwar jî axivî ku hin li dijî gelê herêmê ewlehiya herêmê û projeya demokratîk, plan hene, nexasim ji aliyê dewletên qaşo garantor in.

Leyla Siwar îşaret bi derencamên Kongreya Niştimanî ya Şêniyên Cizîrê û Firatê kir û got ku ew li ser nêrîn û pêşniyarên gelê Sûriyê hatin dayîn.

Di dawiyê de endama Nivîsgeha Têkiliyên MSD`ê Leyla Siwar bi lêv kir ku meclis dê îsal encamên Kongreya Nîştimanî bi rêya komîteyên xwe ve bi cih bîne, li Helebê û Şehbayê dê du panel li dar bikevin, her wiha dê li hemû herêmên Sûriyê nivîsgeh vebin da ku ramana Rêveberiya Xweser bigihêje hemû Sûriyan.

(eh)

ANHA