Çapemeniya amerîkî: Avahiya Kongresê bi sedema gefên ewlehî yên derve hate girtin

Torên çapemeniyê yên Amerîkayê daxuyand ku avahiya Kongresê ya li Washingtonê bi sedema gefên ewlehiyê yên derve hate girtin.

Çapemeniya amerîkî: Avahiya Kongresê bi sedema gefên ewlehî yên derve hate girtin
18 ÇILE, 2021   16:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dîmenên li ser tevnên civakî hatine belavkirin, li piş avahiya Capitolê de dûman bi der diket.

Li gorî NBC’î ya Amerîkayê, aliyên rojavayê avahiya Capitolê hate valakirin, her wiha karmend hatin agahdarkirin ku gefên ewlehî yên derve hene, çûn û hatin qedexe ye û dive ji pace û deriyên derve bi dûr bikevin.

Li aliyekî din jî berpirsên Amerîkayê da zanîn tu gefên ewlehî tune ne.