Li Minbicê akademiyeke nû ya Hêzên Ewlekariya Hûndirîn hate vekirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro li Minbicê bi merasîmekê akademiyeke nû ya bi navê Şehîd Şeiban Mihemed Yûsif vekir.

Li Minbicê akademiyeke nû ya Hêzên Ewlekariya Hûndirîn hate vekirin
Li Minbicê akademiyeke nû ya Hêzên Ewlekariya Hûndirîn hate vekirin
Li Minbicê akademiyeke nû ya Hêzên Ewlekariya Hûndirîn hate vekirin
Li Minbicê akademiyeke nû ya Hêzên Ewlekariya Hûndirîn hate vekirin
Li Minbicê akademiyeke nû ya Hêzên Ewlekariya Hûndirîn hate vekirin
Li Minbicê akademiyeke nû ya Hêzên Ewlekariya Hûndirîn hate vekirin
Li Minbicê akademiyeke nû ya Hêzên Ewlekariya Hûndirîn hate vekirin
Li Minbicê akademiyeke nû ya Hêzên Ewlekariya Hûndirîn hate vekirin
18 ÇILE, 2021   16:01
MINBIC

Bi beşdariya bi dehan endamên saziyên sivîl û leşkerî, îro merasîma vekirina akademiya nû ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate li dar ket. Akadamî li ser navê Şehîd Şeiban Mihemed Yûsif hate binavkirin û yekemîn perwerde lê hate vekirin.

Di dewreya bi navê Şehîd Şeiban Mihemed Yûsif de, 60 endamên xort û keç ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hene, dê endam bi dema 30 rojî waneyên îdolojî yên li ser metoda neteweya demokratîk û yên leşkerî bistînin.

/ar/uploads/files/2021/01/18/141148_abdw-mstfa_1.webp

Di merasîma vekirinê de hevserokê Komîteya Hûndirîn a Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û Gundewarên wê Ebdo Mistefa axivî û wiha got: "Piştî endamên perwerde bi dawî kir, dê waneyên ku di perwerdeyê de standine, bi pratîkî di nava civakê de pêk bînin."

/ar/uploads/files/2021/01/18/141213_rhmh-athman.webp

Her wiha endama rêveber a rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hûdirîn- Jin Rema Osman jî axivî û da zanîn ku ev akademî dê destpêka pêkanîna serkeftin û destkeftiyan be, da ku ewlehî û aştî li hemû herêmên misoger bibe.

Merasîm bi radestkirina wêneyên Şehîd Şaban Mihemed Yûsif ji malbatê re bi dawî bû.

Şehîd Şeiban Mihemed Yûsif endamekî Hêzên Ewlekariya Hûndirîn a li Minbicê bû û di 20`ê Çileya 2018`an de di encama teqîna mayînekê de ku ji aliyê kesên nenas ve li kolana 30`yî ya li taxa Keçelî ya li Minbicê hatibû çandin, gihaşt asta şehadetê.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Ja5skwzi1AU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>