Ebîr Musa hişyarî li ser derfetgirtina îxwanan a xwepêşandanên li Tunisê, da

Seroka Partiya Destûrî ya Azad(Libre) a li Tunisê Ebîr Mûsa piştrast kir ku hin aliyan pann xwepêşandan li Tunisê kirin, da ku tevliheviyê belav bikin. Ebîra Mûsa der barê vê yekê de hişyarî da, ku tevgera Nehda ya îxwanî vê yekê derfet bigire.

Ebîr Musa hişyarî li ser derfetgirtina îxwanan a xwepêşandanên li Tunisê, da
18 ÇILE, 2021   15:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Ebîr Mûsa îro got ku hin aliyan ji bo gendeliyê li Tunisê derxin planên lidarxistina xwepêşandanan danîne û bang li desthilatê kir ku encamên lêpirsînan di van xwepêşandanan de eşkere bikin, di heman demê de da zanîn ku serokê tevgera Nehda ya Îxwanî hewldana keysbaziya van bûyeran dike, da ku welat bi rê ve bibe.

Seroka Partiya Destûrî ya Libre ya li Tunisê, diyar kir ku serokê hikumetê berpirsê vê yekê ye û domand: "Serokê hikumetê di demeke histiyar de wezîrê karên hundirîn ji kar îstîfa kir."

Di van rojên dawîn de li seranserî welat xwepêşandan hatin lidarxistin û ev yek jî bi rasthatina salvegera 10’emîn a şorşea Tunisê pêk hat.

Wezareta Karê Hundirên a Tunisê ragihand ku dema rageşî di navbera polîsan û xwepêşandêran de derket, bi wê re jî polîsan 240 ciwan girtin.

(eh)