Li Qamişlo meşeke girseyî li dijî sûcên dewleta Tirk li dar ket

Bi dirûşma"Em ê rihê berxwedanê bilind bikin û Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin" îro şêniyên bajarokê Tenûriyê yê Qamişlo bi meşekê êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şmerzar kirin.

Li Qamişlo meşeke girseyî li dijî sûcên dewleta Tirk li dar ket
18 ÇILE, 2021   15:31
QAMIŞLO

Bi rasthatina salvegera 3`yan a êrişên artêşa Tirk ên li dijî Efrînê yên di 20`ê Çileya 2018’an de, bi dehan şêniyên bajarokê Tenûriyê yê girêdayî Qamişlo daketin qadan û sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî şêniyên Efrînê şermezar kirin.

Di meşê de zarokan wêneyên zarokên Efrînê yên ku di êrişên dewleta Tirk de şehîd bûbûn, hildan.

Li aliyê rojavayê bajarok meş veguherî mîtîngê û li wir hevseroka meclisa bajarok Fatme Casim axivî û sûcên artêşa Tirk ên li dijî herêmên dagirkirî şermezar kirin û wiha got: "Dewleta Tirk komên çeteyan şandin Sûriyê, dûvre destwerdana Sûriyê kir û xaka wê dagir kir."

Meş bi diruşmên şermezarkirina êrişên artêşa Tirk ên li dijî Efrînê û bemire faşîst Erdogan bi dawî bû.

(eh)

ANHA