Şêniyên Efrînê: Em ê heta rizgarkirina Efrînê berxwedana xwe berdewan bikin

Şêniyên Efrînê meşeke girseyî bi armanca berdewam berxwedan û têkoşîna heta rizgarkirina Efrînê ji qirêjiya dewleta Tirk û çeteyên wê li dar xist. Şêniyan piştrast kir ku dê 2021 bibe sala serkeftinê li dijî hêzên kapîtalîst ên ku hewl didin pergala neteweya demokratîk têk bibin.

Şêniyên Efrînê: Em ê heta rizgarkirina Efrînê berxwedana xwe berdewan bikin
18 ÇILE, 2021   15:09
ŞEHBA

Meclisa kantona Efrînê bi diruşma"Bi vîn û fikira azad dê 2021’an bibe sala serketin û rizgarkirina Efrînê" meşeke giseyî bi tevlêbûna şêniyên kampa Berxwedan, şêniyên navçeyên Fafîn û Ehdasê li dar xist. Meş bi boneya nêzbûna salvegera 3’yemîn a dagirkirina Efrînê hat lidarxistin.

Şênî li ser rêya Fafîn û kampa Berxwedanê kom bûn û wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankratên"Êdî bes ji dagirkirina xakê re", "Efrîn di dilê me de ye", "Bi rihê şehîdên me, em ê bi ser kevin û dê parastina jin û jiyanê bikin", "Na ji qirkirin û guhartina demografî re" hildan.

Bi gihaştina şêniyan li qada kampa Berxwedanê re, deqeyeke rêz hate girtin. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê Hêvîn Elûş axivî û sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî, jin, zarok û mezinên Efrînê şermezar kirin.

Hêvîn Elûş wiha got: "Berxwedana ku şêniyên Efrînê bi dema 58 rojan li dijî dewleta Tirk a dagirker pêk aniye, hat nivîsandin û hê jî bi tîpên zêrîn di dîrokê de tê nivîsandin."

Hêvîn Elûş da zanîn ku tevî rewşên dijwar û dorpêçê, şêniyên Efrînê li ber xwe didin.

Li aliyekî din jî endama rêveber a rêveberiya Kongreya Star Zeyneb Xelîl eşkere kir ku pêwîst e asta têkoşînê bê bilindkirin, da ku tecrîda li dijî rêber Ocalan, dagirkirina Efrînê ya 2018’an û tevahî planên dagirkeriyê têk bibin.

Endamê meclisa kampa Serdemê, Şoreş Îsa jî wiha got: "Sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê berdewam in, da ku hebûna şêniyên Efrînê îmha bikin, ku bi wê re jî guhartina demografiyê hêsan bibe."

Şoreş Îsa wiha bi dawî kir: "Em wek şêniyên Efrînê di berxwedana xwe de heta rizgarkirina Efrînê ji destê dagirkerî û çeteyên wê de, berdewam in."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Q5tpBf9ZeBg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>