Meclisa Ciwanên Firatê: Erdogan radestî dadgehên navneteweyî bikin!

Meclisa Ciwanên Firatê li bajarokê Ebû Hemam ê rojhilatê Dêrazorê îro bi daxuyaniyekê berdewamkirina êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya navneteweyî ku dihêle êriş û sûcên dewleta Tirk zêde bibin, şermezar kirin.

Meclisa Ciwanên Firatê: Erdogan radestî dadgehên navneteweyî bikin!
17 ÇILE, 2021   12:36
DÊRAZOR

Daxuyanî li pêşiya navenda Meclisa Ciwanên Firatê ya li bajarokê Ebû Hemam bi amadebûna endamên saziyên sivîl û meclisên herêmî yên gundewarên Dêrazorê, hate xwendin. Beşdaran sloganên şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk û bêdengiya navneteweyî, berz kirin.

Endamê Meclisa Ciwanên Firatê Miwefeq El-Hisên daxuyanî xwend û tê de îşaret bi dirêjbûna aloziya Sûriyê ji ber piştgiriya dewleta Tirk ji çeteyan re û dagirkirina herêmên berfireh ên Sûriyê, kir û got ku hin aliyên navdewletî tenê siyasetên ku dikevin xizmeta berjewendiyên wan dimeşînin.

Di daxuyaniyê de êrişên domdar ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gelên herêmên dagirkirî û berdewamkirina êrişên li ser Eyn Îsayê, hatin şermezarkirin ku hemwextî bêdengiya navneteweyî pêk tên.

Her wiha hate destnîşankirin ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şêniyên Dêrazorê li kêleka Hêzên Sûriya Demokratîk in, her wiha bang li rêxistinên navneteweyî, komeleyên mafên mirovan û Koalîsyona Navneteweyî hate kirin ku li hemberî êrişan helwesteke cidî bigirin û sûcdaran û di serî de Erdogan radestî dadgehên navneteweyî bikin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bv1lI8aUE44" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>