​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker di navbera Til Temir û Zirganê de sewqiyatan pêk tîne

Çavkaniyekî leşkerî eşkere kir ku artêşa Tirk a dagirker li gundê Til Menax ê di navbera navçeyên Til Temir û Zirganê de, sewqiyatên leşkeri pêk tîne, her wiha tankan jî sewq dike.

​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker di navbera Til Temir û Zirganê de sewqiyatan pêk tîne
17 ÇILE, 2021   11:48
HESEKÊ- DIYAR EHMED

Çavkaniyeke leşkerî ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Til Menax ê li bakurê navçeya Til Temirê li ser rêya navçeya Zirganê, sewqiyatên leşkerî pêk anîn.

Heman çavkanî daxuyand ku artêşa Tirk a dagirker satirên axî ji ser girê gundê Menax rakirin û tankên xwe lê bi cih kirin.

Girê gundê Til Menax girekî stratejîk ê li ser rêya di navbera Til Temir û Zirganê de ye.

Ev sewqiyat hemwextî zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundên Til Temir û Zirganê pêk tê.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/A0LL0h-xcfU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>