‘Armanca êrişa li dijî Efrînê lawazkirina şerê QSD`ê yê li dijî terorê bû’

Rêveberiya Jinan a Reqayê da zanîn ku êrişa dewleta Tirk a li dijî Efrînê bi armanca  lawazkirina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di şerê li dijî terorê de bû.

‘Armanca êrişa li dijî Efrînê lawazkirina şerê QSD`ê yê li dijî terorê bû’
17 ÇILE, 2021   12:41
REQA

Bi dehan jin li ber avahiya Rêveberiya Jinan a Reqayê kom bûn û bi boneya salvegera êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Efrînê, daxuyaniyek da.

Endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Buseyne Şêx daxuyanî xwend û got: “Li ser navê jinên Reqayê îro em şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û şehîdên Efrînê bi taybet ên ku canê xwe feda kirine, ji bo parastina ax û gelê xwe ji dagirkeriya Tirk, bi bîr tînin. Gelê herêmê dizanin ku Efrîn ji destpêka krîza Sûriyê de ji bo hemû gelên Sûriyê ku ji sûcên terorê û rejîma Sûriyê êş kişandibûn, hembêz kir.”  

Buseyne Şêx da zanîn ku êrişa dewleta Tirk a li dijî Efrînê bi armanca lawazkirina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di şerê li dijî terorê de bû.

Buseyne Şêx bang li hemû jinên Sûriyê kir ku di berxwedana li dijî dagikeran de, bi jinên Efrînê re bibin yek.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3-mhnmUIFzw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>