Koçberên Efrînê: Em ê berxwedana xwe heta qewitandina dagirkeran dibomînin

Koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê got bêdengiya Rûsyayê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker, wekî komployekê li dijî berxwedana şêniyên Efrînê ye û piştrast kir ku dê berxwedana xwe heta rizgarkirina Efrînê dewam bikin.

Koçberên Efrînê: Em ê berxwedana xwe heta qewitandina dagirkeran dibomînin
Koçberên Efrînê: Em ê berxwedana xwe heta qewitandina dagirkeran dibomînin
Koçberên Efrînê: Em ê berxwedana xwe heta qewitandina dagirkeran dibomînin
Koçberên Efrînê: Em ê berxwedana xwe heta qewitandina dagirkeran dibomînin
Koçberên Efrînê: Em ê berxwedana xwe heta qewitandina dagirkeran dibomînin
Koçberên Efrînê: Em ê berxwedana xwe heta qewitandina dagirkeran dibomînin
16 ÇILE, 2021   01:16
ŞEHBA- ALAN REŞÎD

Bi destpêkirina sala nû re, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li dijî şêniyên Efrînê yên li kantona Şehbayê zêde kirin.

/kr/uploads/files/2021/01/15/200544_-1600x1200.webp

Cemal Bekir ê ji şêniyên gundê Hec Xelîl ê navçeya Reco ku niha li navçeya Til Rifetê dimîne, diyar kir ku wan hêvî kiriye ku ev sala nû bibe sala aştî û aramiyê û sala rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya Tirk û vegera şêniyên Efrînê ji gund, mal û bajarê xwe re.

Bekir destnîşan kir ku topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser sivîlan ji sala par ne cuda bû, ji ber ku bi destpêkirina salê re dewleta Tirk a dagirker bi dehan top li ser serê şêniyên herêma Efrînê barandin. Tevî ku di topbaranê de tenê zirarên madî çêbûn jî, lê belê şêniyên Efrînê qet komkujiya dewleta dagirker a li dijî 8 zarokên Efrînê ku li pêşiya mala xwe dilîst, ji bîr nekiriye.

Bekir îşaret bi bêdengiya Rûsyayê kir ku îdia dike ku herêmê diparêze û got: “Pêwîst e Rûsya tiştê ku li Efrînê kiriye, dubare neke.”

Bekir di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku heta rizgarkirina Efrînê û vegera şêniyan, dê berxwedana xwe li hemberî van binpêkirinan dewam bikin û zehmetiyan derbas bikin.

/kr/uploads/files/2021/01/15/200504_-1600x1200.webp

Emîne Arif jî wiha got: “Dewleta Tirk û çeteyên wê çi ji me dixwazin? Gelo dixwazin şêniyên Efrînê tune bikin? Dixwazin berxwedana me bi dawî bikin? Heta rizgarkirina Efrînê em bi dil û can li ber xwe bidin, em ê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji Efrînê û ji hemû herêmên dagirkirî derxin.”

Emîne di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî kir ku bi rola xwe rabin û li hemberî binpêkirinên li dijî şêniyan bisekinin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tbo9lg7ZY70" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>