Evîn Paşo: Tevlêbûna xurt a jinên Ereb mohra xwe li têkoşîna 2020`an xist

Endama Koodînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê Evîn Paşo diyar kir ku tevlêbûna jinên Ereb nav Kongreya Star mohra xwe li têkoşîns sala 2020`an xist. Evîn Paşo got ku têkoşîna jinan dê li ser xeta şehîd Sakîne Cansiz û Leyla Guven bidome.

Evîn Paşo: Tevlêbûna xurt a jinên Ereb mohra xwe li têkoşîna 2020`an xist
15 ÇILE, 2021   08:20
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Îro  salvegera 16`emîn a damezrandina Kongreya Star e ku di 15`ê Çileya 2005`an bi navê Yekitiya Star hate avakirin û bi berfirhebûna qada xebat navê xwe kir Kongreya Star.

Têkildarî 16`emîn salvegera Kongreya Star û xebatên ku kongreyê di sala 2020'an pêk anîne, Endama Koodînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo axivî.

Evîn Paşo di destpêka axaftina xwe di kesayeta şehîdên komkujiya Parîsê Sakîne Cansîz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan de tevahî şehîdên meha Çileyê bi bîr anîn, her wiha piştgiriya xwe ji hemû jinên di zindanên dagirkeran de yên ku ji bo parastina mafên xwe û azadiya tevahî jinên ciwan têdikoşin, nîşan da.

ꞌNAMEYA KONGREYA STAR GIRÎNG Eꞌ

Evîn Paşo bal kişand ser armanca û dema avabûna Kongreya Star û girîngiya birêxistinkirinan jinan destnîşan kir û ev tişt got: " Kongreya Star di demeke wiha de hate damezrandin ku rejîma Baasê li Sûriyê xurt bû û jin bindest bû. Kongreya Star xwedî nameyeke girîng bû."

Evîn îşaret bi zor û zehmetiya ku jin ji ber hişmendiya baviksalarî dikişîn kir û got, rêxistineke taybet ji bo jinan hate avakirin da ku wan ji hemû qeyd û bendên ku bi navê cûda mafên wan çewisandibûn, rizgar bikin.

Evîn Paşo bal kişand ser guhartinên ku Kongreya Star çêkirin û wiha pê de çû:"Ji hin saziyan dest pê kir û paşê li hemû saziyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfireh bû, di heman demê de li hemû qadan; aborî, siyasî û çandî û li qadên leşkerî ku YPJ`ê nûnertiya wê dike, hate belavkirin."

Evîn Paşo di nava gotinên xwe de behsa dengvedana têkoşna jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û ev gotin lê zêde kir:"Şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li cîhanê pêk ve dengveda, her wiha serkeftina Şoreşa Jinê ya li Rojava bandor li jinên li cîhanê kir, ji ber vê yekê bi dehan jin ji Ewropa û Afrîkiyaû welatên din tev li Şoreşa Rojava bû."

Evîn Paşo bi lêv kir ku ji serkeftinên ku par hatine bidestxistin; tevlêbûna jinên Ereb ên li herêmên ku hatine rizgarkirin nav kar û xebatê û diyar kir ku jinên ji pêkhateya Ereb çi di qada fikirî de be û çi di qadên din de bin xwest xwe pêş bixe û xwe ji hişmendiya baviksalarî irzgar bike.

ꞌPAR GELEK SERKEFTIN PÊK HATꞌ

Evîn da zanîn ku dema jinên Ereb berê xwe didin qadên leşkerî, ev yek bi tena xwe ji bo hemû jinan serkeftineke mezin e û mirov dikare bibêje ku par saleke tijî destkeftî bû.

Evîn Paşo eşkere kir ku gelek jinên têkoşer gihaştin asta şehadetê û wiha axaftina xwe dewam kir: "Ji ber ku jin li dijî sîstemên kapîtalîst disekinin û banga mafên xwe dikin, ji aliyê dagirkeran ve têne armanckirin, ji ber vê ger em bala xwe bidinê dijminê ku Sakîne, Leyla û Fîdan kir armanc Yadê Aqîde, şehîd Amara û Hevrîn Xelef jî kir armanc."

Evîn got ku di pêvajoya kar û xebata par de wan perwerdeyên taybet bi mêran jî vekirin. Her wiha yekemîn kongreyê Tenduristiyê yên Jinan, Kongreya Jinên Ciwan û kongreyên din ên li ser asta herêmê li dar xistin û got, nameya wan israra bidestxistina jinan ji mafên xwe re bû.

ꞌHÊZÊN DAGIRKER HEWLDANA ŞIKANDINA VÎNA JINAN DIKEꞌ

Evîn Paşo îşaret bi berdewamkirina planên hewldana têkbirina berxwedana jinan û wiha got: "Dewletên dagirker  bi şehîdxistina Hevrîn Xelef xwestin vîna jinan di qada siyasî de bişkîne, lê dijmin çi jî bike em ê xurt bin."

Endama Koodînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê Evîn Paşo bal kişand ser berxwedana jinan û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em berxwedana ji têkoşer Leyla Guven digirin. Leyla heta roja îro li dijî dewleta Tirk li ber xwe dide.  Em jî wekî wê bin û em ê dev ji mafên xwe bernedin û bang li hemû jinan dikin ku kar û xebatê bikin û parastina destkeftiyan bikin."

(eh)

ANHA