Rêjeya bêkariyê li Sûriye li ser asta cîhanê di rêza yekemîn de ye

Aloziya Sûriyê ya ku ev 10 salin berdewam dike, bandora xwe li tevahî qadên jiyanê kir. Di encama vê aloziyê de rêjeya bêkariyê bilind bû û  gihiştiye asta yekemîn di cîhanê de. Tevî vê yekê ku planên hikumeta Şamê yên ji bo kêmkirina vê rêjeya tune ne.

Rêjeya bêkariyê li Sûriye li ser asta cîhanê di rêza yekemîn de ye
15 ÇILE, 2021   07:06
ŞAM-NESRÎN XELÎL

Ji ber şerê ku di dirêjahiya 10 salan li Sûriyê rû dide de, gelek encamên neyinî di tevahî astan de derketin, di nav de diyardeya bêkarî ye ku pêşeroja çîna ciwanan têk dibe.

Li gorî Rêxistina Xebatê ya Naveteweyî (ILO), rêjeya bêkariyan li Sûriyê gihaştiye ji sedî 50’î û bi wê Sûriyê di asta yekemîn a cîhanê de ye û piştre Senegal tê.

BINESAZIYA ABORÎ HILWEŞYAYE

Di encama şerê li tevahî xaka Sûriyê, hilweşîna avahiyên aborî bi tevahî beşên wê ji çandinî heta tûrîzmê rêjeya bêkariyê bilind bû.

Girêdayî mijarê, aborînasek ji herêmên hikumeta Şamê ku ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê eşkere bike, destnîşan kir ku piştî krîza Sûriyê rêjeya bêkariyê bilind bû.

Li gorî Aborînas sedema bêkariyê "Tevahî beşên berhemdar û yên aktîv hatin wêrankirin û îstîsmar bi paş ket, kesên sermayedar revîn derveyî welat, nakokiyên di hundirên beşên xebatê de hişt ku gelek karmend dev ji kar berdin."

Aborîna diyar kir ku li gorî jimareyên hikumeta Şamê, heta dawiya 2015’an, nêzî 150 karmend îstîfa kirine yan jî ji bê ser û ber ji kar hatine derxistin û got, piranî kesên ku ji kar hatine dûrxistin, ciwan in ku hikumeta Şamê ew ji bo leşkeriyê xwestine. Lê ji ber a leşkertiyê red kirin ji kar hatin dûrxistin.

Aborînas eşkere kir ku di encama şer de, zêdetirî ji sedî 70 avahiyên beşên taybet ên pîşesazî û ji sedî 60 ji beşa çandinî hilweşiyan. Her wiha 371 hotêl û 350 xwaringeh ku ji bo tûrizîmê û karkeran xizmeteke baş bû ji xizmetê derketin. Beriya aloziyê nêzî 260 hezar karkger dixebitîn, niha bê kar in.

JIMAREYÊN BITIRS

Aborînasê sûrî piştrst kir ku axaftina li ser serjimareyeke rastqîn a der barê rêjeya bêkariyê li Sûriyê de nabe, ji ber tu serjimariyên rasteqîn tune ne, lê li gor hin raporan; rêjeya bêkariyê nêzî ji sedî 70 ye û wiha pê de çû: " Li gorî gelek texmîn piştî wêrankirina avahî û beşên berhemdar rêjeya bêkariyê ya niha ji sedî 80 derbas kiriye."

Aborînas behsa serjimariyên kevn ên beriya krîza Sûriyê kir û bi lêv kir ku rêjeya bêkariya li Sûriyê di 2010’an de nêzî ji sedî 8,8 û li gorî navendên lêkolînê di 2014’an gihaşt ji sedî 57,7. Li gorî vê jimar diyar dibe ku nêzî 3 milyon û 72 hezar welatiyên li Sûriyê bê kar in, anku nîvê sûriyan qûta wan tune ye.

RAPOREK DI NAVA 2011’AN Û 2018’AN DE

Akademisyen û aborînasê sûrî û serokê beşa meteryal û lêkolînan a Peymangeha Nîştimanî ya Rêveberiyê Eyhem Esed lêkolînek amade kir, tê de nehevsengiyên sereke yên ku bazara xebatê ya aboriya Sûriyê tê de azaran dikişîne analîz û dabeş kir. Da ku sedemên wan nehevsengî û hêza pêşniyarkirina siyasetên aboriyê bên naskirin û piştre bên çareserkirin û bandora aborî û civakî kêm bibin, bi taybt piştî merheleya şer.

Lêkolîn li ser 4 cureyên ji nehevsengiyên li sûka xebatê ya aboriya Sûriyê hatin şopandin; nehevsengiyên bingehîn (neyekkirina di navbera pêşandana xebatê û xwesteka li ser wê), nehevsengiyên kirê (ciherengiya kirêyan di navbera beşên aboriyê de), hevsengiyên zayendî (newekheviya di navbera mêr û jinan li xebatê de) û nehevsengiyên beşî (cihêrengiya belavkirina hêza xebatê li ser beşên aboriyê).

Lêkolîna ku hatiye çêkirin di navbera 2011’an û 2018’an de bûn û li gorî wê, rêjeya bêkariyê pir bilind bûn û gihaşt ji sedî 37.

Di lêkolînê de hat diyarkirin ku di encama şerê li dar de û nêrîna civakê ji jinan re ku hêza wê ya bedenî ne li gorî ya mêr e, rêjeya bêkariya di nava jinan de zêde ye.

Di encama bilindbûna rêjeya bêkariya li Sûriyê de, asta xizantî zêde bû û çîna navîn ji civaka Sûriyê rabû. Her wiha li gorî Rêxistina Tenduristiya Cîhanê li Sûriyê ji sedî 90 sûrî di bin xeta xizantiyê de dijîn.

Şêniyên li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de ji ber rewşên aborî yên krêt azaran dikişînin,  ew yek jî di encama nepeydakirina derfetên kar, kêmbûna heqdestên karkerên li beşên giştî û taybet de ye. Bi wê re jî gendelî li tevahî saziyên fermî belav dibin.

Têkildarî mijarê, şêniyên bi navê T.H wiha got: " Bawername kesekî çiqas bi kêr be ne pêkan e karekî li saziyên hikumetê bi dest bixe, bêyî ku ji aliyê kesekî berpirs ve be yan jî pereyekî mezin dabe.

Li aliyekî din jî şêniya E.Y îşaret bi gendeliya li saziyên hikumetê kir û got wê nêzî 3 milyon lîreya Sûriyê daye daîreyên hikumeta û aliyên avahîsazî, da ku hin milkên bavê xwe vegerîne ser navê xwe.

Li kargehên beşa taybet ên li herêmên hikumetê re gendelî zêde ye. Têkildarî vê yekê şêniyê F.N wiha diyar kir: "Bertîl derbasî karên li beşên taybet jî bûn. Ji wê zêdetir jî kedeke mezin ji karker tê xwestin û ev ked jî ne li gorî heqdestê karker e û qûta jiyana wî dabîn nake."

Aborînasê sûrî bi lêv kir ku ji bo peydakirina derfetên kar ji bêkariyan re, divê hikumeta Şamê deriyên îstîsmarê veke û li pêş wan hêsan bike.L belê ev yek di dema niha de bi sedema qanûna Qeyser pêk nayê.

Aborînas piştrast kir ku divê hikumeta Şamê, mîna çareyeke lezgîn projeyên ku çavdêriya wê dike, bi awayekî adilane li tevahî parêzgehan belav bike û tu parêzgeh jê bê par nebin. Da ku derfetên kar ji tevahiyan re bi awayekî adilane bên peydakirin.

(fr)

ANHA