​​​​​​​Parlamentoya Yewnanistanê kirîna balafirên fransî  erê kir

Parlamenterên Yewnanistanê pênûmeya kirîna 18 balafirên fransî de erê kir, ev jî beşek ji plana çekdariyê ya ku hikumetê di Îlona derbasbûyî de ragihandibû.

​​​​​​​Parlamentoya Yewnanistanê kirîna balafirên fransî  erê kir
14 ÇILE, 2021   20:52
NAVENDA NÛÇEYAN 

Yewnanistanê 11,5 milyar euro anku 14  milyar dolar, ji bo nûjenkirina hêzên xwe yên çekdar di pêvajoya 5 salên bê de diyar kir, di heman demê de rageşiya bi dewleta Tirk a cîran re zêdettir dibe.

Têkiliyên her du dewletên endamên NATO`yê xerab bûne û gelek caran di navbera wan de alozî jî derdiket. Mînaka wê jî par, dema keştiyên şer ên her du welatan li rojhilatê deryaya Spî, têkildarî sînorê deryayî û mafên enerjiyê rastî hev hatine.

(eh)