Muna El-Xelef: Rûsya bi dewleta Tirk re hevkar e

Berpirsa Jinan a Partiya Hevbendiya Nîştimaniya  Demokratîk a Sûriyê Muna El-Xelef têkildarî bêdengiya Rûsya ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker û got: “Ev bêdengî nîşan dike ku Rûsya pê re hevkar e û dixwaze rê li pêşiya dewleta Tirk veke da ku herêmê dagir bike.”

Muna El-Xelef: Rûsya bi dewleta Tirk re hevkar e
15 ÇILE, 2021   04:59
MINBIC-SELWA EBDULREHMAN

Li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên bakurê Sûriyê, bi taybet ku navçeya Eyn Îsayê ji du mehan ve tê topbarankirin, gelên herêmê nerazîbûnên xwe rave dikin û dibêjin, divê rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk ên li dijî Sûriyê werin girtin.

Berpirsa jinan a Partiya Hevbendiya Nîştimaniya Demokratîk a Sûriyê Muna El-Xelef ji ANHA`yê re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze Eyn Îsayê dagir bike, lê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hemû êrişên wê şikandin, ji ber ku QSD'ê xwedî projeyeke siyasî û nîştimanî ye.

Muna wiha domand: “QSD`ê ji tevahiya pêkhateyên herêmê yên ku çeteyên DAIŞ`ê tune kirine pêk tê. Piştî avakirina Rêveberiya Xweser û serkeftina wê, aliyên herêmî û navneteweyî ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe hewl dan projeya netewa demokratîk a li herêmê têk bibin.”

Muna El-Xelef diyar kir ku di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê de ewlehiya li herêmê têk çû û sivîl koçber bûn.

Muna El-Xelef di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya stratejîk a Eyn Îsayê ku herêmên rojhilatê Firatê bi herêmên rojavayê wê girê dide, her wiha herêmên Rêveberiya Xweser hemû digihîne hev û got: "Ji ber vê yekê dewleta Tirk dixwaze dagir bike û herêman ji hev dur qut bike. "

Muna got ku Rûsya ya garantor berpirsa sûcên dewleta Tirk a dagirkir e û piştrast kir ku divê Rûsya wek hêzeke garantro erka xwe bîne cih û wan sûcan rawestîne.

Siyasetmedara sûrî Muna El-Xelef wiha gotinên xwe berdewam kir: “Rûsya naxwaze aloziya Sûriyê çareser bibe. Ji ber ku piştgiriya diyaloga sûrî-sûrî nake û hikumeta Şamê jî rê li pêşiya dan û standinên bi opozîsyonê re venekir. Ev yek nîşan dike ku Rûsya naxwaze çareseriya siyasî li Sûriyê pêk were.”

Berpirsa Jinan a Partiya Hevbendiya Nîştimaniya  Demokratîk a Sûriyê Muna El-Xelef di dawiyê de bang li civaka navneteweyî û Rûsya ya garantor kir ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê desteka diyaloga sûrî-sûrî bikin û dagirkera Tirk ji axa Sûriyê derxîne.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Tkw0kSnUn5A" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>